Sûcê şer: Dewleta Tirk careke din sivîl revandin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Heman Turkmen ê Kantona Girê Spî gelek sivîl revandin ku jin jî di nav de hene.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk a dagirker 4'ê Gulanê roja Sêşemê li gundê Hemam Turkmen ê Kantona Girê Spî gelek sivîl revandin.

Navê çend ji kesên hatine revandin: Ji eşîra El Bo Xalid Mihemed El Keraz, ji eşîra El Bacêratê Cîhad El Berho û du birayên wî, Ehmed Ubêd El Hemdan, Site El Dewan û Necah El Ebid.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê dike, mal û milkên gel talan dike, çavkaniyên aboriyê wêran dike. Rejîmeke 'terorê' li qadên dagirkirî ava kiriye. Revandina sivîlan jî bûye mîna bûyerên rojane.