Siyasetmedarên Kurd êrîşên li ser mala Rêbertî şermezar kirin

Siyasetmedarên Kurd ên li Şehbayê êrîşa dewleta Tirk ya li ser mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû, şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker her carê bi hincetên cuda gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker gel ji cih û warê wan koçber kir û herêmên wan dagir kiribû. Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Nîsanê de li gundê Elpelora Kobanê li mala ku Rêberê Gelê Kurd lê mabû, da.

Derbarê vê êrîşê siyasetmedarên ji Efrînê yên li Şehbayê ji ANF’ê re axivîn û ev êrîş şermezar kirin.

Fadil Mihemed derbarê êrîşê got ku “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dizane ku ew mal xwedî wateyeke taybet e li wê malê da. Faşîzma dewleta Tirk tehamulî vî tiştî nekir û ew der kir hedef. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk dixwaze êrîşî nirxên gelan bike û bi vê êrîşê re vîna gel were şikandin. Em jî diyar dikin ku tu kes nikare îradeya gel bişkîne.”

Mona Birîm jî êrîş şermezar kir û got, “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Ji ber ku ev ew mala ku êrişî wê hatiye kirin wekî muzexaneyê ye û bi lêdana vê malê dixwazin têkiliya gel û Rêbertî jî hev qut bike. Lê ew ê tu carî nikaribin vî tiştî pêk bînin. Ew ê dagirker tu carî nikaribin xeyalên xwe yên li ser gelê Kurd pêk bînin.”