Hêvî Silêman: Bi berxwedaniya Avesta û Barînan destana têkoşînê hat nivîsandin

Berdevka Kongra Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêman diyar kir ku, jin bingeha şaristaniyê ye ji ber ku roja me ya îro jin di hemû qadên jiyanê de roleke girîng lîst ku bi fikir û felsefeya Serok Apo jin bû xwedî îrade û hêz.

Berdevka Kongre Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêman roja 8’ê Adarê li hemû jinan li seranserî cîhanê pêroz kir û got: ”Roja jinên kedkar a cîhanî bi taybet li ser serokê gelê kurd Abdulah Ocalan yê ku jiyana azad afirandî û felsefe û îdiolojiya jin fêrî jinan kiriye û li hemû jinên kedkar yên ku li ber xwe didin û têkoşîn dikin pîroz be.”

Çawa ku jin di hundirê berxwedaniya serdemê de li ber xwe dan û xwe rêxistinî kir û tevî ku bi teknîka NATO ya pêşketî êrîşî Efrînê kir, li gorî wê jî me roja 8’ Adarê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûrî di hundirê Efrînê pîroz kir di wê demê de yekîtiya Îrdeya jinan hat nîşan dan.

'JIN BÛYE XWEDÎ BIRYAR Û HEMÛ CIVAKÊ RÊ VE DIBE'

Silêman bal kişande  ser rola jinê ya di nav civakê de û wiha domand:”Bi rihê berxwedaniya serdemê, me di herêma Şehbayê de xwe dîsa di nav  komun û saziyan de bi rêxistin kir.  Her wiha jin rola pêşengtiyê lîst û gihîşt asteke ku bû hevseroka hemû sazî û komînan. Tevahî karê herêmê pêk tînê, her wiha bûye xwedî biryar û hemû civakê bi rê ve dibe. Piranî jinê xwe bi fikr û felsefeya rizgarkirina azadiya jinê xwe bi rêxistin kirin û ew felsefe bandor li hemû pêkhateyên vê herêmê kir. Jin bi hev re hemû civakê perwerde û zane dike û hemû jinên herêmê yekîtiya xwe xurtir kirine û li hemberî zihniyata desthilatdar yê ku dixwaze îradeya civakê biperçiqînê têkoşîn dikê.”

'JIN XWE ÇESPAND KU LI HEMBERÎ ŞERÊ TAYBET DISEKINE'

Di berdewamiyê de Silêman teqez kirî ku jin li hemberî şerê taybet disekine û wiha got:”Jin xwe çespand kir ku dikare guhartinê çêbikê weke ku li hemberî şerê taybet disekine. Li hemberî her tiştekî ku li dijî jinê derdikeve disekine û di hemû kêliyên jiyanê de çawa mirov xwedî ziman li dozê derkeve û komûnan ava bike û jiyana civakê bi rêxistin bike ev tişt gîştî berhemên jinê ye.”

'BI BERXWEDANIYA AVESTA Û BARÎNAN DASTANA TÊKOŞÎNÊ HATE NIVÎSÎN'

Silêman destnîşan kir ku bi berxwedaniya Avesta û Barînan dastana têkoşîna jinan hat nivîsandin ku çewa jin li ber xwe dide û wiha domand:”Di despêka jiyanê de çawa jin bû bingeha şaritaniyê îro dîsa jin dîrok vegerand û şaristaniyeke demokratîk bi ked û berhemên jinê ava kir.  Weke tê zanîn ku şoreşa rojava, şoreşa jinê ye jin tê de pêşengtiyê dikê her wiha jin di hundirê rêveberiya xweser de xwe rêxistinî dike. Ji komûnan heyanî asta herêmê. Jin roleke mezin dilîze ku hemû civakê bi xwe re bi rêxistin dikê û bûye xwedî biriyar û tevlî biriyara bingehîn dibê ji bo nivîsandina destûr û guhartiana zihniyata civakê.''

'HÊZA JINÊ JI FIKIR Û FELSEYA RÊBER APO TÊ BIRÎN'

Di dawiyê de Hêvî Silêman wiha got:”Hêza ku jinan bi rêxistin kirine fikir û felsefeya û îdiyolojiya Rêber Apo ye, ku çewa îradeya xwe bilindtir bikin. Her wiha em weke Kongra Star konferansa duyemîn me li nav Şehbayê  li darxist, ji bo ku em bibin bersiveke herî xurt li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ku em her tim zindî ne her wiha em ê her tim rizgarkirina Efrînê misoger bikin.

 Ji bo vê yekê me xwe di hundirê herêma Şehbayê de jî bi rêxistin kir û me komîte avakirin; weke komîteya dîplomasî, perewrdê, tendirustî, parastinê û siyasî ji ber ku komîteya me ne tenê ava kirine, avakirin û parastine. Komîteya parastinê di hemû milan de kar dike ji bo mafê jin û civakê biparêze û bi rêya perwerde û semîneran me fêrî jinan dikir ku çawa xwe ji nexweşiyan biparêzin, ji ber ku dema ku jin zana û pêşketî be dikare hemû civakê perwerde bikê.”