Serpêhatiya şervana YPJ'ê Eylem Minbic

"Em dîsa bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bisekinin ku carek din gelê me nekeve wan rewşên xeter û xedar."

Eylem Minbic keçek Ereb, ku ji bajarê Minbicê ye û piştî rizgarkirina bajarê Minbicê biryar dide ku tevî dayika xwe tevlî nava refên YPJ' ê bibin. Eylem bi eşqa azadiya xwe dikeve nava lêgerînê. Ji bo ku parastina welatê xwe bi hemû hewildanan bi îradeya xwe dixwaze biparêze. Di heman demê de heyif û tola gelê xwe ji zilim û zordariya ku DAÎŞ pêk aniye hilîne.

Eylem bal kişande ser sedema tevlîbuna xwe  û got, "Ez ji bajarê Minbicê me, em heft xuşk û bira bi dayika xwe ve tevlî nava refên parastinê bûne. Sedema tevlîbûna me jî yek jê biryarbûna parastina welat bû. Em wekî malbat û gelê ku li Minbicê dijîn me gelek zor û zehmetî ji DAÎŞ'ê kişand. Ev yek sedema bingehîn bû ku me biryareke wiha girt û tevlî nava refên QSD'ê bûn. Ji ber ku Rêber Apo ji her alî ve jin kiriye xwedî fikir, ew bûne xwedî îrade. Lewra jin xwe bi xwe bi rê ve dibin, li ser esasê fikirê ku xwe ji hemû deriyên tarî xilas bike. Raste her çiqas Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê jî be ez hêza û îradeya xwe ji hêza wî digirim. Ji ber ku fikirên wî, gelek prensîbên ku bi ronahiya civakan re hatine dîtin bi xwe bûne rêya xwegihandina hemû çareseriyan."

Li ser tevlîbûna li pêngava Dêra Zorê Eylem wiha axivî: "Gelek çete li wir kom bûbûn. Ji ber ku êdî kêliyên dawî ji xilaskirina wan bû, gelê herêmê gelek zor û zehmetî kişandibûn ku kengî ji nava vê hovîtiyê werin rizgarkirin. Em wekî şervanên YPJ'ê bi hemû hêz û îradeya ku me bi sala di hinavê xwe de veşartibû me di wê pêngavê de pêk anî û hemû tarîtî rakir li ser wî gelê bindest. Piştî gelek gavên dîrokî ku di Bakur –Rojhilatê Sûriyê hatine avêtin çavneberiya dewleta Tirk a dagirker xwestin carek din bi hemû hewildanan êrişê destketiyên ku me bi dest xistiye bikin. Piştî gelek gavên ku hatin avêtin, ji bo welatê xwe çi were xwestin em ê pêk bînin."

Eylem her wiha bal kişand ser girêdana xwe ya bi gel û nirxên heyî re ku bi salan e gel li kêleka şervanên xwe ye û got, "Ev jî di dîrokê de nayê jibîrkirin ku bi hemû şêwazê berxwedaniyê li ber xwe dane da ku kes destketiyên wan û şervana vala derxe. Em dîsa bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bisekinin ku carek din gelê me nekeve wan rewşên xeter û xedar."

Eylem dawî li gotinê xwe anî: "Banga min li jinan hemûyan bi taybetî jinên Ereb ew e ku tevlÎ nava refên YPJ'ê bibin. Ji bo ku bizane çawa xwe biparêze û gelê xwe biparêze hertim di nava lêkolîna azadiya xwe de be."