Kedkarên lojîstîka Reqayê qet nasekinin
Di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de, bi kedeke mezin û di nava xeteriya mirinê de xwarin û av ji şervanên li eniya pêş re tên birin.
Di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de, bi kedeke mezin û di nava xeteriya mirinê de xwarin û av ji şervanên li eniya pêş re tên birin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku DAIŞ li navenda Reqayê asê kirine, gav bi gav ber bi serketinê ve diçin. Yek ji sedemên bingehîn ên serketina vê pêngavê jî, plansaziyeke xurt e. Di nava germa dijwar a çolê de qeşa tê çêkirin û ji bo ava vexwarinê digihêje şervanan.
Ji bo pêngav lê nealiqe û qels nebe, hemû amadekarî û plansazî hatine kirin. Ji bo şervanên li eniya pêş, nuqteyên tenduristiyê, lojîstîk û cebilxaneyê hatine amadekirin. Her kesên li van cihan dixebitin, bi ked û berpirsyariyeke mezin bi berpirsyariyên xwe radibin.
LOJÎSTÎK
Cihê lojîstîkê ku herî kêm bi qasî cebilxaneyê girîng e, ji bo bersivê bide pêwîstiya eniyê, di nava hewldanên berfireh de ye. Av, xwarin û pêdiviyên din ên jiyanî yên şervanan li vê derê tên amadekirin.
QEŞA TÊ ÇÊKIRIN
Li eniya pêş, ya ku herî zêde tehdeyê il şervanên ku bi şev û roj bi pêş ve diçin dike, germa giran a ji 50 pileyî ye. Şervan dema derdikevin operasyonê neçarin avê bi xwe re bibin. Li Reqayê, ku ji ber germê ava di şûşeyê de jî mîna ku keliyayî be germ dibe, bêyî avê zehmet e ku mirov saetekê jî îdare bike. Şervanên QSD'ê ji bo ava cemidî bigihînin eniya pêş, li paş eniyê qeşayê hildiberînin. Yên li vê derê dixebitin jî bi temamî sivîlên ji Reqayê ne. Sivîl dibêjin, ew ji bo destekkirina pêngavê hatine û ji ber ku bi şervanan re dibin alîkar, kêfxweş in.
Şervanê QSD'ê Xelo Osman ê li vê nuqteyê dixebite dibêje, "Hewa pir germ e, av pir germ e. Ava germ ji bo şervanan gelekî zehmet e. Em qeşayê dibin xetên pêş, ji bo ava hênik bikin şervanan. Çete bi kanas û hawanan êrîşî me dike, lê tevî van êrîşan jî em xwe digihînin eniyê pêş."
Sivîlê bi navê Cismen Laweş ê ji Reqayê jî destnîşan dike, ku ji bo piştgiriya pêngavê ew hatine.
BI SÊ DANAN XWARINÊ DIGIHÎNIN ŞERVANAN
Li mitbexa li eniya paş hatiye avakirin, ji bo eniya pêş rojane xwarin ji bo sê danan tê amadekirin. Kedkarên QSD'ê bi rêya qemyonan xwarinê dibin heta cihekî û ji vir jî bi wesayitên zirxî dibin heta çeperên pêş.
JI BO ENIYA PÊŞ ZEHMETIYAN NEKIŞÎNE
Şervanê QSD'ê Çavşîn Serêkaniyê ku berpirsyarê lojîstîka giştî ya eniyê ye, destnîşan dike ku yekane armanca wan ew e ku di gihandina xwarinê de kêmasî dernekeve. Çavşîn Serêkaniyê dibêje, "Em serê sibehê radibin, taştê dibin ji hevalan re. Nîvro jî saet 11'an xwarinê, êvarê jî em şîvê dibin ji hevalan re. Yanî rojane em 3 caran xwarinê dibin ji hevalan re. Ji pêngava yekemîn em dimeşin heta îro. Em çiqasî bikin ji hevalan re, kêm e. Carna heta saet 2-3 ê şev jî em nasekinin. Em wesayitên xwe dişînin herî pêş. Wexta hevalên me bi xwe dibînin, ku hevalên lojîstîkê bi wan re digerin heta xeta pêş, kêfxweş dibin. Ew bi xwe dibêjin, 'hevalên me li me xwedî derdikevin. Hevalên lojîstîkê pir diwestin'. Lojîstîk karekî esasî ye. Eger xwarin kêm be, zehmet e ji hevalan re. Heval ne şev, ne roj nasekinin. Dema di karê me de kêmasî derkeve, bi rastî jî pir zehmet e. Em naxwazin ti kêmasî çêbibe. Ji pêngava yekemîn heta roja îro, dikarim bêjim ku ti kêmasî ji aliyê karê me ve derneket. Em rojane bi sê danan ji 8 hezar şervanan re xwarinê dibin."