Salih Nûh Dîrok: Divê êdî sînorek ji hovîtiya PDK'ê re bê danîn

Ji rêveberên PYD'ê Salih Nûh Dîrok komkujiya Hewlêrê bi bîr xist ku beriya 25 salan bi destê PDK'ê hate kirin û got, "Îro jî Mala Barzanî piştgiriyê dide êrişên li hember gerîla û tevgera Kurd. Divê êdî ji vê koletiyê û wehşetê re sînorek bê danîn."

Îro 25’emîn salvegera komkujiya Hewlêrê ye. Di encama vê komkujiyê de ku sala 1997'an bi destê çekdarên PDK'ê hate kirin, bi sedan gerîlayên birîndar û sivîl ên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, şehîd bûn. Endamê Dîsîplîna Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Salîh Nûh Dîrok li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Salîh Nûh Dîrok bi bîr xist ku di 14’ê Gulana 1997’an de dewleta dagirker a Tirk wek îro bi hevkariya PDK’ê êriş biribû ser gerîla û wiha got, "Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî êrişên berfireh li dijî gerîla dabû destpêkirin. PDK’ê jî li başûr hemû saziyên Kurd dorpêç kiribû û dixwestin gelê Kurd bê nefes bihêlin. Dewleta Tirk êriş dibir ser gerîla, PDK'ê jî li Hewlêrê êriş bir ser gerîlayên birîndar ên li nexweşxaneyeke li Hewlêrê. Lewma hevkariay dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê rabirdûyeke xwe heye. Dîrok bi îxaneta PDK’ê ya li hember Tevgera Azadiyê tijî ye."

Salih Nûh Dîrok diyar kir ku mala Barzanî asta îxanetê jî derbas kiriye û wiha domand: "Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe. Îro jî Mala Barzanî piştgirî dide êrişên li hember gerîla û tevgera Kurd. Divê êdî ji vê koletiyê û wehşetê re sînorek bê danîn."

Salih Nûh Dîrok anî ziman ku di komkujiya Hewlêrê de gelek sivîl, gerîla, rewşenbîr û endamên çand û hûnera Mezopotamyayê şehîd bûn û got, “Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên komkujiyê û şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."