Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Şervanên QSD’ê Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf ên ku di êrîşa li ser Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf ên ku di êrîşa 27’ê Adarê ya li dijî Buroya Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Hikumiyê ya Reqayê hatin veşartin.

Di merasîmê de li ser navê QSD’ê endamê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Hisên El Xelef axivî û sersaxî ji malbatên şehîd Basil û şehîd Îmad re xwest. El Xelef da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst û şaneyên wê yên terorîst bi desteka xayinan ji bo têkbirina ewlekariya herêmê û aloziyê  derxin bi her awayî bikar tînin û got, "Em weke QSD'ê soza du şehîdên xwe û hemû şehîdên xwe didin. Em ê destkeftî, ax, gelê xwe û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ew deyndarê şehîdên ku Reqa li hemberî dijminan parastîne ne.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îman El Ehmed nasnameya şehîd Basil û Şehîd Îmad xwend û radestî malbatên wan kir. Piştre cenazeyên şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin” veşartin.