Cenazeyê şehîd Reşîd Hemo li Şehbayê hat veşartin

Reşîd Hemo ku duh di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifet de şehîd bibû, bi merasîmekê hat veşartin.

Reşîd Hemo di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifet a Kantona Şehba de şehîd bibû, bi merasîmekê hat veşartin.

Gelê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Reşîd Hemo ji Nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a Fafînê ve bi rê ket.

Li Goristana Şehîdan a Fafînê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehba Gulê Cefer axivî û sersaxî da tevahî gel. Gulê destnîşan kir ku têkoşîna gel berdewam e û wiha got: “Li Şehbayê gelê ku 58 rojan li hemberî NATOˊyê li ber xwe daye heye. Berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê her tim bilind e. Em ê li Şehbayê bi vîna herî xurt tê bikoşîn.”

Her wiha endama meclisa navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze hedefa xwe di nava Rojhilata Navîn de pêk bîne. Ji ber vê dixwaze gelê ku banga azadiyê dike qir bike. Dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. Em ê jî li Şehbayê bi hemû pêkhateyan tê bikoşîn.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Girseya gel şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" de veşartin.