Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyona 21’ê Sibatê ya li dijî şane û noqteyên DAÎŞ’ê yên li Dêrazorê de çete yê bi navê Hisên Newaf El Hisên tevî hejmareke zêde çek û alavên leşkerî hate girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞˊê hate girt.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me QSDˊê di van demên dawîn de li dijî noqte û çeteyên DAÎŞˊê ya terorîst operasyonên ewlehiyê zêde kirin û di encamê de bi dehan endamên şaneyên veşartî girtin.

Di 21ˊê Sibatê de YATˊê ya girêdayî hêzên me bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundê Elbo Nîtêl ê kantona Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî û di encamê de çeteyekî rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst girt.

Operasyon bi piştgirî û çavdêriya ji hêla hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat. Her wiha hêzên me bi ser cihî terorîstê bi navê Hisên Newaf El Hisên de girt û ew girt.

Hisên Newaf El Hisên kiryarên terorîst ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, saziyên sivîl û leşkerî hedef bigire terorîstî dikir.

Hêzên me bi wî terorîstî re ev tişt desteserkirin: 4 telefon. Çekek klaşînkovê. 8 carcorên klaşînkovê. Bombeyeke destan. Miqdareke mezin ji mermiyên klaşînkovê. Kamereyek. Gelek belgeyên takakesî.

Heta têkbirina endamên rêxistina terorîst wê operasyonên me dewam bikin."