Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyona li beşa duyemîn a Kampa Holê de bombe û gelek guleyên çeteyan desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyona li beşa duyemîn a Kampa Holê de bombe û gelek guleyên çeteyan desteser kirin.
Qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê di 27ˊê Çileyê de ji bo têkbirina şaneyên DAÎŞˊê, tunekirina çavkaniyên tundrawî û girtina çeteyan, dewam dike.
Komên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşa duyemîn a Kampa Holê de ku tê de Iraqî hene 3 bombe, 2 carcorên çeka klaşînkov û gelek guleyên doçka û BKSˊê dîtin.