‘Rûsya hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê da sekinandin

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd got ku “Rûsya ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê divê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hin hevdîtin amade bikira lê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, ev hevdîtin da sekinandin.”

QSD’ê piştî ku li Sûriyeyê dawî li hebûna leşkerî ya DAÎŞ’ê anî, rewşa ‘Piştî DAÎŞê’ gelekî tê nîqaşkirin. Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê ya Rojava Bedran Çiya Kurd derbarê rewşa piştî DAÎŞ’ê, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya ku Rûsya pêşengiya wê dike û çareseriya siyasî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên ANF’ê bersivand.

Piştî ku bejahiya rojhilat a Dêrazorê ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin, li gorî encamên ne fermî heta niha 11 hezar endamên DAÎŞ’ê li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Di heman demê de ji 54 welatên cihê 72 hezar zarok û jin di kampan da ne, ev zarok û jin malbatên DAÎŞ’ê ne. Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê xebatên wan ên hiqûqî, siyasî û dîplomatîk didome.

Bedran Çiya Kurd got ku “Xebatên Destûra Bingehîn a nû xapandineke Rûsya, Tirkiye û Îranê ye û Destûra Bingehîn a ku fikra me ne tê de ye, em ê tu carî qebûl nekin.”

TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ BIDOME

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku DAÎŞ di warê leşkerî de qediyaye lê divê têkoşîneke demdirêj jî were kirin û divê tevî hêzên navneteweyî di vî warî de xebat werin domandin. Bedran Çiya Kurd got ku “Yekîneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hene, ji bo vê jî têkoşîneke berfireh hewce dike. DAÎŞ ne bi tenê pirsgirêka me ye û rewşa piştî DAÎŞ’ê jî ne bi tenê berpirsyariya me ye. Barê rewşa piştî DAÎŞ’ê li ser milê qada navneteweyî ye jî. Divê em têkoşîna xwe ji niha û şûnde jî bidomînin.  Endamên DAÎŞ’ê ji welatên cihê ne û me berê jî bang li van welatan kiribû ku bila werin hemwelatiyên xwe bibin lê ev bangên me bêbersiv maye. Niha di destê me de 11 hezar endamên DAÎŞ’ê hene. Em dixwazin ev kes werin darizandin. Rêya herî rast ev e ku bi piştgiriya qada navneteweyî endamên DAÎŞ’ê li vê derê werin darizandin. Ji bo vê dadgehê xebatên me yên siyasî, hiqûqî û dîplomatîk didome. Rêveberiya Xweser a niha bi derfetên xwe li van endamên DAÎŞ’ê dinihêrin. Bi hezaran zarok û jin hene. Divê qada navneteweyî di vî warî de destê xwe têxe bin kevir.”

‘DI KOMÎSYONA DESTÛRA BINGEHÎN DE NE CÎDDÎ NE’

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ew gotinên Rûsyayê yên derbarê Destûra Bingehîn a nû cîddî nabînin û got ku “Li gorî me ev gava wan ji bo tasfiyekirina hêzên li ser mûxalefetê ye. Li gorî me ev xapandin e. Di heman demê de dema ku em li gotinê Şamê dinihêrin, em nîşanên destûra bingehîn a nû û guherînekê nabînin. Di tiştên bingehîn û basît de jî guherînê qebûl nakin. Di warê rejîmê û di warê Rûsyayê de jî em gaveke wisa nabînin. Di heman demê de DYE û hêzên welatên rojava jî qebûl nakin. Ew diyar dikin ku heta Neteweyên Yekbûyî qebûl neke, wê ev destûra bingehîn ne meşrû be.”

'EM DESTÛRA BINGEHÎN A LI DERVEYÎ XWE QEBÛL NAKIN'

Bedran Çiya Kurd diyar kir, Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li derveyî komîsyona destûra bingehîn a nû hatiye hiştin û destnîşan kir, wê destûreke bingehîn a ku nêrîna wan di nav de nîne, qebûl nekin. Çiya Kurd got, "Nebûna me li nava komîsyona destûra bingehîn xwedî du wateyan e: Ya ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ya jî bi vê komîsyonê re dixwazin demê derbas bikin û bi rêya vê lîstikê ya berê bidin qebûlkirin. Destûreke bingehîn a bi vî rengî çareseriyê ji krîza Sûriyeyê re nabîne. Divê her kes cihê xwe di vê pêvajoyê de bigire. Em dibêjin, krîza Sûriyeyê bi biryara Sûriyeyiyan çareser dibe. Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin bi komîsyonên ku Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê jî di nav de nîne, destûra bingehîn ava bikin. Gelo destûreke bingehîn a bi vî rengî wê çawa pirsgirêkan çareser bike? Em eşkere dibêjin; em ê ti carî destûreke bingehîn a ku nêrîna me di nav de nîne qebûl nekin. Ev yek jî tê wateya neçareseriya pirsgirêkê û dewama krîzê."

'DIVIYABÛ RÛSYA RÊVEBERIYA XWESER Û ŞAM LI HEV BICIVANDA'

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser pêşnûmeya çareseriya siyasî ya 10 xalan ku çend meh berê pêşkêşî Rûsyayê hatibû kirin û diyar kir, piştî pêşkêşkirina pêşnûmeyê diviyabû Rûsyayê Rêveberiya Xweser û rejîma Şamê li hev bicivanda. Çiya Kurd got, "Her du alî wê li ser wan xalan nîqaş bikira. Lê belê hevdîtin pêk nehatin. Heta niha ti hevdîtin nehatiye kirin. Bi Rûsyayê re hin hevdîtin çêbûn, lê bi rejîmê re nebû. Xuya ye Rûsyayê biryar daye ku hevdîtin bên rawestandin."

'RÛSYA BI RENGEKÎ TAKTÎKÎ DINIRXÎNE'

Bedran Çiya Kurd ji bo pirsa "Rûsyayê çima biryara rawestandina hevdîtinan da?" wiha got, "Tirkiye û Rûsya nêzî hev bûne û Tirkiye ji bo hevdîtin neyên kirin zextê li Rûsyayê dike. Li ser vê yekê jî Rûsyayê biryara rawestandina hevdîtinan da. Di vê mijarê de hîn tiştekî nû nîne. Ev jî nîşan dide ku Rûsya bi çavekî stratejîk li hevdîtinên me yên bi Şamê re nanêre, bi rengekî taktîkî dinirxîne. Ji bo tawîzan ji Tirkiyeyê werbigire, weke amûreke zextê bi kar tîne."

'RÛSYA WÊ HEM ME HEM JÎ SÛRIYEYÊ WINDA BIKE'

Çiya Kurd got, "Em siyaseta Rûsyayê ya di vê mijarê de rast nabînin. Ne tenê li berjewendiyên xwe, divê li berjewendiyên Şamê û li yên me jî bifikire. Bi dîtina me, eger Rûsya bi nêrîneke maqûl nêzî mijarê nebe, wê zerareke mezin bide Sûriyeyê. Eger Rûsya me bide aliyekî û hewl bide di ser me re bi Tirkiyeyê re hin bazariyan bike, wê me winda bike, wê Sûriyeyê jî winda bike.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Kurd diyar kir, "Dema ku em li Şamê dinerin, dibînin ku di siyaset û zîhniyeta wê de guhertinek nîne. Ew hînê li pey wê xeyalê ne ku li serdema beriya sala 2011'an vegere. Li gorî wan li welêt tiştek neqewimiye, şer nebûye û sîstem bi şêweyê berê dikare bê meşandin. Di çenteyê wan de tiştekî nû nîne. Lê li gorî me ew nikarin bi vê mantalîteyê welêt bi rê ve bibin û wê zerarê bidin welêt. Eger bi vî mejiyî tevbigerin wê Sûriyeyê parçe bikin. Pêwîstî bi nûbûna siyasî, leşkerî, civakî û hiqûqî heye, lê naxwazin vê bibînin."