'Rojava nîşan dide ku cîhaneke nû dikare bê avakirin'
Aktîvîsta Skoçyayî Sarah Glynn yek ji endamên heyeta jinan a Brîtanyayê ye ku hatiye Rojava. Gylnn got, avakirina cîhaneke din pêkan e û Rojava jî mînaka vê yekê ye.
Aktîvîsta Skoçyayî Sarah Glynn yek ji endamên heyeta jinan a Brîtanyayê ye ku hatiye Rojava. Gylnn got, avakirina cîhaneke din pêkan e û Rojava jî mînaka vê yekê ye.
Kongreya Star di çarçoveya kampanya "Jin ji bo Efrînê li ser piyan e" bang li jinên cîhanê kiribû. Heyeteke jinan a ji Brîtanyayê jî bersiv da vê bangê û hat Rojava. Ji endamên heyetê, aktîvîsta Skoçyyaî Sarah Glynn beriya vegere Brîtanyayê li ser serdana xwe ji ANF'ê re axivî.
Sarah Glynn destnîşan kir tişta herî girîng a ku li Rojava destpêkê bala wê kişand, rûyê li ken ê mirovan bû û got, "Mirov ji rûyê mirovan fêhm dikin ku gelekî kêfxweş in ji ber ku li vê derê bi awayekî azad dijîn. Min di vê mijarê de gelek gotar nivîsî bû. Ez jî kêfxweş im ji ber ku ev nivîsên min balê dikişînin ser rewşa li vir."
'ME KÛRAHIYA BANDORA OCALAN DÎT'
Sarah Glynn da xuyakirin ku wan bandora nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê dîtine û ev yek gelekî girîng e. Glynn got, "Bi rastî jî tiştekî bêhempa ye ku di nava demeke ewqasî kin de guhertinên gelekî mezin ên civakî bûne. Gelek pirs ketin hişê min û ji bo bersivê ji van pirsan re bibînim divê hîn bêhtir bi gelek mirovan re biaxivim."
Sarah Glynn destnîşan kir ku avakirina cîhaneke din pêkan e û mînaka vê jî Rojava ye û wiha pê de çû: "Weke ku tê zanîn, Skoçya jî daxwaza serxwebûnê dike. Lê belê naxwaze ev yek mîna berê be. Êdî her kes dizane ku pêwîstî bi guhertina sîstemê heye. Belê, avakirina cîhaneke din pêkan e, lê belê mînak ji vê re divê. Dikarin bala xwe dibin ser Rojava. Bi rastî jî mirov dikarin li vê derê bibînin ku hin tişt hatine avakirin."
'PÊŞÎGIRTINA LI KAPÎTALÎSTBÛNÊ GIRÎNG E'
Saray Slynn diyar kir ku ew zane wê netewe dewlet destekê nedin sîstema demokratîk a li Rojava û wiha dewam kir: "Girîng e ku mirov di vê mijarê de bên agahdarkirin û zanekirin. Em zanin ku wê dewlet ti carî destekê nedin vê sîstema demokratîk. Lê belê çîna karker dikare têbigihêje bê çi ye û dikare bêje, 'Ev tiştekî baş e, em ê destûrê nedin ku ev yek bê tinekirin. Em ê bi hev re ava bikin'. Bi saya vê yekê, ev tevger dikare bibe xwedî wesfeke navneteweyî."
Sarah Glynn anî ziman ku serdaneke demkurt ji bo fêhmkirina sîstema li Rojava têrê nake, lê bleê tişta ku hêviyê dide mirovan ew e ku wan li Rojava dîtine, mirov ji bo serketinê bi hêvî ne û ji xwe bawer in. Glynn got, "Wekî din ji bo sîstema li vê derê nebe kapîtalîst berxwedanek heye. Ji bo pêşî li bandora şîrketan a li vê derê were girtin, karekî gelekî girîng tê kirin. Ez jî li ser mafê stargehê dixebitim. Nêrîna der barê kontrolkirina buhayê xaniyan û kirê, ji bo min gelekî rast e. Ji bo mirovên li deverên din dijîn û vê mijarê ji xwe re dikin derd, dikare bibe mînak.
Ambargoya li ser vê yekê li pêşiya gelek tiştî asteng e, lê di heman demê de xeteriya mêtingerî û talanê ya ji derve bê jî ji holê radike. Sîstemeke ku cih nade hevrikiya kapîtalîst ava dibe. Hêvîdar im saziyên li vê derê jî wê di vî warî de serketî bin û pêşî li talankirina sîstema li vir bigirin."
ŞEHÎDGEHA KOBANÊ Û EFRÎN
Sarah Glynn diyar kir ku wê li Kobanê serdana şehîdgehê kiriye û hem şehîdgeha Kobanê hem jî gotinên li ser Efrînê jê re hatine gotin gelekî bandor lê kirine. Glynn bi dewamî got, "Piştî ku Kobanê hate rizgarkirin gorên gelek mirovên şehîd bûn hebûn. Gelek mirovên ji Kobanê hene ku di dema rizgarkirina herêmên din de jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî nîşan dide bê mirovan çiqasî berdêl dane û fedakarî kirine. Wekî din, ez gelekî xemgîn im ji ber ku min berê Efrîn nedîtiye. Her kes dibêjin li Efrînê gelek tişt hîn bêhtir li pêş bûn, sîstema demokratîk xurtir bû. Hêvîdar im wê Efrîn di demeke kin de bê rizgarkirin."
'GIRÎNG E KU TIRKIYE BÊ BOYKOTKIRIN'
Sarah Glynn herî dawî got, "Divê rewşa li vê derê bê vegotin û qala rastiya dewleta Tirk were kirin bê çiqasî gefeke mezin e. Boykotkirina Tirkiyeyê bi rastî jî girîng e. Ev demek bû ku em li ser vê kampanyayê diaxivîn. Ji ber ku min ev der bi xwe dît, êdî dikarim bi awayekî din jî li ser raweestim. Ne tenê ji tiştên min xwendine, ez ê êdî ji tiştên ku min dîtine qala vir bikim."