Rojava FM: Em ê bibin dengê şerê gel ê şoreşgerî

Endamên Radyoya Dengê Rojava diyar kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e, lewma dewleta Tirk bê navber êrîş dike û gotin: “Divê em rê nedin ku medya Tirk heqîqetê berovajî bike.”

Dewleta Tirk a dagirker ji roja 19'ê Mijdarê ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi dehan balafirên şer ên bêmirov, gund û bajarên herêmê bombebaran kirin û bi taybetî êrîşê çavkaniyên bingehîn ên jiyanê kirin. Lê ev êrîşa dagirkerî û qirkirinê rastî berxwedana bi rûmet a gelê herêmê hat.

Ji hêzên parastina civakê HPC bigire heta bi saziyên Rêveberiya Xweser û heta bi dezgehên ragihandina azad bi yek ruh û dengî helwesta berxwedan û parastina ax û rûmetê hat nîşandan. Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her awayî heta bi niha berdewam e. Yek ji saziyên ku li dijî van êrîşan yekser ketin tevgerê û weşangeriyeke xurt kir, Radyoya Dengê Rojava bû. Radyoya Rojava ku ji 1’ê Nîsana 2013’an û şûn ve dengê xwe digihîne Rojava û her çar aliyên welêt, bi awayekê xurt dengê Şoreşa Rojava û lehengiya şervanan radigihîne. Li dijî êrîşên 19’ê Mijdarê ku hêj berdewam in xebatkarên dengê Rojava di nava şert û mercên sînordar de, bi biryardarî û coşeke mezin li kar û barê xwe dewam dikin.

Endamên Radyoya Dengê Rojava, li ser kar û barê xwe yê li dijî êrîşên dagirkeriyê ji ANF’ê re axivîn.  

‘EM Ê TIMÎ BIBIN DENGÊ BERXWEDANA GEL’

Têkildarê kar û barê Radyoya Dengê Rojava de yek ji endama radyoyê Diljîn Elî anî ziman ku ji 19’ê Mijdarê heta bi niha êrîşên cur bi cur tên kirin û got: “Me Radyoya Dengê Rojava bêyî ku weşana xwe rawestînin, li kar û barê xwe bi awayekî çalak pêk anî. Ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê vê carê bi konsepteke berfirehtir êrîşên xwe kirin. Em xebatkarên Dengê Rojava bi vê zanebûnê kêlî bi kêlî li ser êrîşên qirkirinê û bertekên gel di xebatên xwe de, sekinîn. Ew ji xwe re kirin mijarên sereke.”  

‘PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA PARASTINA RÛMETA ME YE’

Diljîn Elî ji zû de ye cihê xwe di Radyoya Dengê Rojava de digire, bal kişande ser asta dijwariya êrîşan û li hemberî van êrîşan rola ku dikeve ser tevahî dezgehên ragihandinê û wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava, şoreşa tevahî gelan e. Lewma dewleta Tirk bi awayekê dijwar êrîş dike û armanca wê ew e ku gelê herêmê koçber bike. Lewma sivîlan, cihên aborî, îstasyonên elektrîkê û cihên sotemeniyê dike armanc. Em ekîba Radyoya Dengê Rojava ku xebatkarên wê li her qadê xwe bicih kirine, bi vê zanebûnê karê xwe di nava şert û mercên zehmet de dikin. Li ser vê bingehê bang li tevahî dezgehên ragihandinê dikim ku bi pênûs û objektîfa xwe xwedî li Şoreşa Rojava ku veguheriye şoreşeke gerdûnî derbikevin. Ji ber ku parastina şoreşê parastina rûmeta me ye”

‘DIVÊ EM RÊ NEDIN KU MEDYAYA TIRK HEQÎQETÊ BEROVAJÎ BIKE’

Endamê Radyoya Dengê Rojava Diyar Ferhan jî qala rola ragihandinê ya di pûçkirina êrîşên dagirkeriyê de, kir û wiha got: “Divê ragihandina azad bi yek ruhî, li ser rêya heqîqeta şerê ku tê kirin û berxweda li dijî van êrîşan, bi awayekê xurt ragihîne ku polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk bê bandor bê hiştin. Vê pêvajoya dawîn dewleta Tirk a dagirker li êrîşên xwe yên qirkirina gelan bê navber dewam dike. Bi vê zanebûnê em bi awayekê rojane kêlî bi kêlî bûyerên ku rû didin ji guhdarên Dengê Rojava re radigihînin. Bi rastî helwesteke bi rûmet a gelên herêmê derkete holê. Gel anî ziman ku li gel hemû êrîşan ew ê terka axa xwe nekin û li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin. Lewma em ragihandina azad jî divê bi rola xwe rabibin. Ji ber ku eger em di demên wiha de karê xwe rawestînin kê/kî wê çavkaniya rastiyê ragihîne hemû cîhanê?

Divê em rê nedin medyaya Tirk ku bi nûçeyên derewîn hewil dide heqîqetê berovajî bike û êrîşên dagirkeriyê rewa nîşan bide. Ji bo wê şert û merc çiqas zor dibin bila bibin, divê tevahî dezgehên çapemeniyê ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, zêde bi berpirsyarî tevbigerin û bibin dengê Şoreşa Rojava û tevahî Sûriyeyê ku heta vê kêliyê jî bi berdêlên giran ji tevahî mirovahiyê re dibe çavkaniya hêviya pêşerojeke azad û bi ewle.”