Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Kaytan krîtîk e
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi nexweşiya giran Hayatî Kaytan giran dibe. Rêveberiya girtîgehê li gel serlêdanan jî nahêle Kaytan bê dermankirin.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi nexweşiya giran Hayatî Kaytan giran dibe. Rêveberiya girtîgehê li gel serlêdanan jî nahêle Kaytan bê dermankirin.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi nexweşiya giran Hayatî Kaytan giran dibe ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn û nêzî 23 sal in girtî ye. Serlêdanên ji bo Kaytan têne kirin bê bersiv têne hiştin.
Parêzerê Hayatî Kaytan Alîşan Yildiz anî ziman ku tiliyên dest û lingê çepê yên Kaytan ji ber ku pê li mayinê kir jê bûne, ji ber vê yekê jî nikare bi têrkerî tevbigere û diyar kir ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlê xwe gelek caran hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re kirin, serÎ li Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dan lê belê serlêdanên wan ji nedîtî ve hatin.
'RÊVEBERÎ BI ZANEBÛN NAHÊLE BÊ DERMANKIRIN'
Alîşan Yildiz got, "Di serlêdanê de me ragihand ku hemû mesrefên tedawiyê wê muwekîlê wan bide û divê ji nexweşxaneyekê re bê veguhestin ku karibe bê emeliyatkirin. Ji bo vê jî me xwest wî veguhezînin girtîgeha Antalya yan jî Îzmîrê. Midûriyeta Giştî destpêkê biryar da ku lêkolîn bê kirin bê li Bolûyê nexweşxaneyeke guncaw heye yan na, bi vê armancê Hayatî Kaytan sewqî desteyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dewletê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê bê kirin, rapor bê wergirtin bê tedawiya wî li cihê lê ye dikare bê kirin an na û daxwaz piştre bê nirxandin.
Bi dîtina min midûrê girtîgeha Bolûyê bêyî Hayatî bi fîzîkî sewqî nexweşxaneyê bike, tenê rapora berê nû kir. Di vê raporê de li ser emeliyatê gotinek jî nehate derbaskirin."
Yildiz anî ziman ku tedawiya Kaytan bi zanebûn nehatiye kirin, vê yekê tenduristiya Kaytan xera kiriye.
Alîşan Yildiz ragihand ku Hayatî Kaytan yek ji çar girtiyan e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar daye ku 'mafê hêviyê' yê wî hatiye binpêkirin û got, "Li gel Birêz Ocalan, Gurban û Boltan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafê hêviyê yê Kaytan jî hatiye binpêkirin. Ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi banga Bahçelî destpê kirin bi cih bê anîn, destpêkê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan tavilê bêne berdan.
Dixwazim vê yekê bibêjim: Piraniya girtiyên nexweş ew mirov in ku berdana wan ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve tê astengkirin."