Rewşa birîndaran giran e: Ji ber ambargoyê em nikarin derman bikin

Rewşa kesên ji ber êrîşa dewleta Tirk birîndar bûne giran e. Rêveberê Nexweşxaneya Avrînê Azad Reşo diyar kir ku ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, ew nikarin cîhazên tibî û pêdiviyên tenduristiyê peyda bikin.

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Tinib ê navçeya Şera ya Efrînê de, zarokê bi navê Eseed Mihamêd (16) şehîd bû, zarokên bi navê Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihamêd (18) jî birîndar bûn. Birîndar destpêkê rakirin Nexweşxaneya Til Rifet û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo ragihand ku ji ber ew nikarin cîhazên tibî û pêdiviyên tenduristiyê peyda bikin, birîndar rakirine bajarê Helebê.

Reşo da zanîn ku hin welatî bi sivikî birîndar bûne.

Reşo diyar kir ku, ji ber ambargoya Tûgaya 4’an a hikûmeta Şamê ku rê nedan derman û pêdiviyên tenduristiyê derbasî kantona Şehbayê bibin, ew nikarin birîndaran derman bikin.