Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata Hevserokê Meclîsa Xweser re xwest

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Dirêî Şemo ku birayê Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Nayîf Şemo ye, peyameke sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe bi malbata Hemo Paşa re parve kir.

Duh birayê Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê, Dirêî Şemo dema li şahiya malbatê bû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Îro li goristana Girê Gewra cenazeyê wî hate definkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata birayê hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo peyameke sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe bi mala Hemo Paşa re parve kir.

Berfirehiya peyama sersaxiyê ya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Me bi xemgînî bihîst ku yek ji ferdên mala Hemo Paşa û birayê Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê wefat kiriye. Ev wefata bêdem civaka me ya Êzidî û dostan xemgîn kir û hevxemiya xwe bi malbata hevalê Nayîf Şemo re parve dikin.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxiyê ji malbata Hemo Paşa û hemû civaka me ya Êzidî re dixwazin, dibêjin cihê wî bihûşt be û Xwedê efû bike. Hêvî dikin ev êş bibe êşa malbatê ya dawî û dubare serê we sax be.”