Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiyê erê kir

Lijneya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna asayî de, qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiyê erê kir û seroka nû ya Lijneya Jinan hilbijart.

Rêveberiya Xweser li ser marpela xwe ya fermî nûçeyek belav kir û tê de naveroka civîna asayî ya bi hejmara 66 a Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya hatiye belavkirin, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî, endamên Dîwana Giştî, nûnerên Lijneya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriye, nûnerên Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li civînê amade bûne.

Civîn bi xwendina rapora civîna berê dest pê kir. Piştre li seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Mihemed Omer li şûna Cîhan Xidro hat hilbijartin.

Di civînê de hin guhartin li ser cezaya pereyan a di qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiya mirovan de çêbûn. Kesên amade her tiştên girêdayî qaçaxiya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derketina jê û ber bi wê ve nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de li ser qanûna ku ji 13 madeyan pêk tê dengdayîn çêbû û di encamê de hat erêkirin û wê ji dîroka ragihandina ji aliyê Meclîsa Giştî ve, bikeve meriyetê.