Rêveberiya Xweser li dijî vîrûsa korona tevdîr standin

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê radihand ji ber vîrûsa koronayê dibist û zanîngeh girtine.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vîrûsa koronayê biryarnameya tevdîran weşand.

TEVDÎR

Tevdîrên di biryarnameyê de wiha ne:

-Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên qedexekirin.

-Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên(xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango dîroka 14`ê Adara 2020`an  heta demeke ne diyar têne girtin.

*Ji bilî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çûnûhatina ji deriyên sînor ên bi kontrola Rêveberiya Xweser ji bo demekê hatiye rawestandin, roja derbasbûnê weke roja Sêşemê hatiye diyarkirin.

-Wê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara  Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêştre bistîne bên vekirin.

- Biryara hejmar 15'an a girêdayî deriyê  Sêmalka ku di 27.02.2020`an de hate derxistin, heta demeke nediyar di meriyetê de ye.

- Ji bo kesên pêk bînin re ev biryar tê agahdarkirin.'