Rêveberiya Xweser ji ber ku hêrs û nefretê zêde dike, ceza da Kurdistan24’ê

Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hinceta ‘Di navbera gelê Kurd de hêrs û nefretê zêde dike’ belgeya destûrê ya kanala Kurdistan24’ê betal kir.

Têkildarî mijarê, Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser malpera xwe ya fermî biryar weşand.

Daîreyê di biryarê de got: "Kanala Kurdistan24 hestê kîndariyê gur dike, fîtneyê di navbera gelê Kurd de pêk tîne û şerê di navbera Kurdan de teşwîq dike. Em dibînin ku ev yek li dijî rêgeza exlaqî ya dezgehên çapemeniyê ye.

Ji ber vê yekê û li gorî qanûnên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser destûrnameya kanala Kurdistan24 li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê betal kir.”