Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk bi dagirkirina herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê hemû rêgezên exlaqî û peymanên navneteweyî binpê dike. Tirkiye qirkirina etnîkî û guhertina demografîk pêk tîne. Çeteyên girêdayî wê ku îdia dikin ku ew ji gelê Sûriyê ne, bûyerên revandin, kuştin, şantaj û tecawizkirinê pêk tînin.
Salek di ser dagirkirina herêmên ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes û hwd tê de dijîn, derbas bû. Tirkiye bi behaneyên derew ji bo pêşxistina dagirkeriyê, parçekirina Sûriyê, lîstina bi çarenûsa gelê Sûriyê û ferzkirina çareyên ku tenê dikevin xizmeta berjewendiyên wê, ev îstiqrar û ewlehî derbe kir. Mixabin, hin aliyên ji Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne van sûcan dinixumînin û parastina Tirkiyê û berjewendiyên wê yên herêmî li herêmê û cîhanê dikin. Tirkiye îro wan aliyan di şerê li herêmên bi îstiqrar de bi kar tîne. Her wiha fitneye û şerê li Sûriyê, Lîbya, Iraq, Afrîka, Yewnanistan, Azerbêcan, Ermenistan, Kendava Erebî û Yemenê gur dike.
Di salvegera biêş a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, em şehîdên leheng ku di oxira parastina bajar û gundên xwe de, xwe feda kirine bi bîr tînin.
Berxwedanan ku bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst da, wekî berxwedana li Kobanê, Efrîn û seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev berxwedan mîrasê gelê me ye ku dê serketinê pêk bîne.
Piştî derbasbûna salekê di ser dagirkirinê re, em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Komkara Erebî, komeleyên civakî û jinan ên cîhanê, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku rê li pêşiya harbûna dewleta Tirk bigirin a ku êdî tevahiya pîvanên navneteweyî binpê dike û tevliheviyê li herêmê û cîhanê derdixe.
Em bang li meclisa mafên mirovan a NY`yê û komîteyên girêdayî wê yên ku di rapora xwe ya dawîn de asta sûcên ku li herêmên çeteyan û dewleta Tirk belge kirine, dikin ku qanûn û edaletê pêk bînin û dest bi lêpirsînan bikin û hesabê ji sûcdarên kujer, çete, terorîst û berpirsên Tirk bixwazin, ji ber ku wan sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.
Em ji şêniyên xwe yên ku ji warên xwe ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne re, piştrast dikin ku êşa we ya me ye jî û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, herêmên xwe biparêzin û yên dagirkirî rizgar bikin. Vegereke bi rûmet û layîqî we, dabîn bikin. Em ji israr û berxwedana we û ji şehîd û birîndaran em hêz û moralê digirin, da ku têkoşînê berdewam bikin, serkeftinê pêk bînin, dagirkeriyê tune bikin û welatekî demokratîk ku hemû tê de di nav ewlehî û aştiyê de dijîn, ava bikin."