Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk her ku têk diçe, êrîş dike
Rêveberiya Xweser li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk her gava ku têk diçe êrîşî herêmên me dike."
Rêveberiya Xweser li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk her gava ku têk diçe êrîşî herêmên me dike."
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan gotibû wê êrîşî binesaziya li Iraq û Sûriyeyê bike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku gef û êrîşên li ser herêmên wan gihîştiye asta tolhildanê û ragihand ku dewleta Tirk di proje û rojeva xwe de ya li ser Sûriyeyê bi ser neketiye.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Careke din û di israrkirina hedefgirtina herêmên me de dewlet Tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrişên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin dibêjin ev herêm û saziyên xelkê w jî armancên projeya Tirkiyeyê ne. Ev zimanê gefxwarinê piştî gelê me plan û lîstikên qirêj ên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê li dijî xelkê me yê li Dêrazorê têk birin, hate kirin.
Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de herêmên me tên hedefgirtin. Dewleta Tirk sewqiyetên xwe yên leşkerî yên zêde li ser sînorê xwe yên bi Sûriyeyê re û rojane kiryarên li dijî ciwanên berê xwe bi rêya Tirkiyeyê didin Ewropayê û li dijî wan sûcên qetilkirin, îşkence û lêdanê bi kar tîne ji bîr dike.
Dewleta Tirk çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka Kurd e.
Di demekê de em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan teqz dikin:
Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta Tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket pêk tên.
Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.
Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî DAIŞ′ê û şaneyên wê dike.
Tu kes ji van gefan sûdê wernagire, her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tirk e.
Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.
Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de dewleta Tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.
Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin."