Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo rojhilat û bakurê Sûriyeyê rêveberiya xweser ava kir.

Biryara rêveberiya xweser di civîna Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya di 16’ê Tîrmehê de hatibû stendin.

MSD’ê vê pêncşemê li Eyn Îsayê civînek li dar xist û biryara rêveberiya xweser xist meriyetê.

Di civînê meclîs hate avakirin û Sîham Qiryo û Ferît Ette ji bo Hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer, meclîsên sivîl ên Bakurê Sûriyeyê û pêşengên eşîran tevlî civînê bûn.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer di civînê de axivî û got ku, "MSD’ê di konferansa xwe ya sêyemîn de pêşniyaz kiribû ku bila Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin. Armanca projeyê ev e ku, di navbera rêveberiyên xweser de ji bo koordîneyê pergaleke rêveberiyê were avakirin, valahiya rêveberî û ewlekariyê were tijekirin û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pergala rêveberiyê tevbigere ya ku berê li Bakurê Sûriyeyê hatibû avakirin."

Umer got ku, "Ev rêveberî li herêmê îstîkrar ava kirine û di warê xizmetê de pêdivî bi cih anîne û karibûne herêmê li hemberî êrîşên terorîstan biparêzin. Ligel ku herêm ji hev dûr bûne jî, alîkarî dane hev û li hemberî terorê bi hev re li ber xwe dane."

Umer diyar kir ku di warê avakirina van rêveberiyan de ji ber şertan hin qelsî pêk hatine û qelsiyên di warê xizmetêde bandoreke neyînî li gel kiriye. Umer bal kişand ser vî tiştî ku ji bo qelsî bên kêmkirin û di navbera herêman de hevsengek were avakirin pêdivî bi pergalekê heye ku karibe di navbera rêveberiyên herêman de koordîneyê bike.

Umer diyar kir ku piştî nîqaşên bi rêveberiyên xweser û meclîsên sivîl, biryar dane ku rêveberiya hevpar a Sûriyeya Bakur û Rojhilat ava bikin.

Umer diyar kir ku wan tevî rêveberiyên xweser, meclîsên sivîl û meclîsên zagonsaz ji bo meclîsa giştî lîsteyek ava kirine ya ku ji 70 kesan pêk tê û got, "Li ser vî esasî em MSD diyar dikin ku ev civîn, civîna pêşî ya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."