Rêveberiya Serêkaniyê: Em ê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin

Hevserokên Meclîsa Gel a Serêkaniyê bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Serêkaniyê û gotin, wê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, hejmareke zêde sivîl qetil kirin û mal û kargehên sivîlan talan dikin. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji Serêkaniyê zêdeyî 250 hezar sivîl ji warê xwe bûn. Sivîlên ku ji neçarî malên xwe terikandin li dibistanên li bajarên derdorê bi cih bûn.

Hevseroka Meclîsa Gel a Serêkaniyê Fadîa Îbrahîm Îbrahîm diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî dagirkeriyê nayê ti wateyê û got, "Erdogan ku bi xeyalê zindîkirina dewleta Osmanî ye di bin navê 'Herêma ewle' de dixwaze tevahiya herêmê dagir bike. Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan me neçar dihêle ku koç bikin."

Fadîa Îbrahîm bal kişand ser planên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û got, "Êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan hîn jî didomin. Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên der barê herêmê bixe meriyetê. Gefa dagirkeriyê li Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî û gelên herêmê hemûyan dixwe. Em dixwazin li xak û bajarê ku ji bav û kalên me mane vegerin."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE YEKÎTIYA ME TÊK BIBE'

Hevserokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Ferec Mihemed Kado jî bi bîr xist ku Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe bajarekî aram û ji jiyaneke wekhev bû û got, "Malovanî ji sivîlên ji hemû bajarên Sûriyeyê re dikir. Li bajêr ti pirsgirêk nebû. Em di nava aramî û yekîtiyê de bûn. Dewleta Tirk a ku dixwaze vê yekîtiyê têk bibe, êrîşî bajarê me kir û gelek sivîl qetil kir. Dewleta Tirk bi salane zilmê li gelê Serêkaniyê dike. Di şexsê gelê Kurd de dixwaze pêkhateyên herêmê ji holê rake.

Heta ku çeteyên dewleta Tirk li xaka me be em nikarin li xaka xwe vegerin. Dewleta Tirk fosfor jî di nav de her cûre çekên qedexekirî bi kar anî û sivîl qetil kir. Zarok jî di nav de êrîşî her kesî kir. Ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek sivîl şehîd bûn. Dewleta Tirk hevkariyê bi DAÎŞ'ê re dike. Dewleteke ku hevkariyê bi DAÎŞ'ê re dike gelo dikare sozeke bi çi rengî bide? Mamosteyê DAÎŞ'ê Erdogan bi xwe ye."

'JI BILÎ QSD'Ê EM TI HÊZÊ NAXWAZIN'

Ferec Mihemed bal kişand ser berxwedana li dijî dagirkeriyê û got, "QSD'ê bi berdêlên giran herêm ji DAÎŞ'ê paqij kir. Di vê oxirê de me 12 hezar şehîd dan. Gelê Serêkaniyê tevî hêzên QSD'ê li dijî dewleta Tirk û faşîzma DAÎŞ'ê têkoşiya. Gelê Serêkaniyê ji bilî QSD'ê naxwaze ti hêzeke din li xaka me be. Em tenê bi QSD, YPG û YPJ'ê piştrast in. Hêzên QSD'ê li dijî dîktatoriya DAÎŞ'ê û Erdogan me û rûmeta me diparêzin. Em ê xaka xwe ne ji Erdogan ne jî ji DAÎŞ'ê re bihêlin."