Reqa û Dêra Zor ji bo Rojava meşiyan

Li herêmên Reqa û Dêra Zor bi hezaran kes ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê meşiyan.

REQA

Bi hezaran kesên di çarçoveya Roja Rojava ya Cîhanê li Reqayê meşiyan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar kirin. Bi hezaran kesên li Çerxerêya Îtfaiyeyê hatin ba hev, pankartên ku dewleta Tirk şermezar dike hildan. Meşa ku li ser rêya giştî ya bajar hate kirin heta Qada Panoramayê bi dawî bû.

Li vir ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin û gelek axaftin hatin kirin Di axaftinan de berxwedana QSD’ê hate silavkirin, diyar kirin ku ew êrîşa lis er projeya netewa demokratîk red dikin. Axaftvanan bang li NY’yê kir ku divê êrîşên dagirker ên Osmaniyan bidin sekinandin.

DÊRA ZOR

Li gundê dikevin bejahiya rojhilatê Dêra Zorê li bajarokê El- Keramayê meşek pêk hat. Girseya ku ji Qada Selame ya dikeve bakurê bajar heta pêşiya saziya Rêveberiya Trafîkê dom kir, al û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Li pêşiya Rêveberiya Trafîkê meş vegeriya mîtîngekê û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Kesên axivîn dagirkeriya Tirk şermezar kirin, daxwaz kirin ku kesên neçar man koçber bibin, divê vegerin ser cihên xwe.