Reqa: 41 çete hatin kuştin, li 6 taxan şerekî giran heye

Li 6 taxên Reqayê şer bi dijwarî didome. Di şerê şevê dî û vir ve 41 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 76`an de bi hemû giraniya xwe didome, şervan li eniyên bajar bi pêş ve diçin. Di vê çarçoveyê de şevê din li aliyê rojhilat, li taxa Mensûr şer derket. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, termê çeteyekî tevlî çeka wî ket destê şervanan.

Li taxa Reşîd jî şerekî giran qewimî û di şer de 8 çete hatin kuştin. Li vir jî termê çeteyekî ket destê şervanan. Her wiha çekek SPG-9, BKC, Kilêş ku çeteyan li ser elektirîkê bikar dianîn, hatin bidestxistin.

Li taxa Berîd ya bakur-rojavayê bajêr şervanan derbên giran li çeteyan xistin,di encamê de 9 çete hatin kuştin.

Li taxa Mirûr a rojavayê bajarê jî şervan bi pêş ve çûn, şer derket û di encamê de 10 çete hatin kuştin. LI vir jî termê 2 çeteyan ket destê şervanan.

Dîsa li taxa Nehda ya rojavayê bajêr jî şer derket û li vir 5 çete hatin kuştin.