Rejîma Tirk gule li gundên Kobanê û Girê Spî reşand

Hêzên dagirker ên Tirk danê êvarê gule li gundên Kobanê û Girê Spî yên li ser sînor reşandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, hêzên dagirker danê êvarê gule li gunê Çarixli yê Kobanê û Silipkiran ê Girgê Spî reşandin.

Li ser êrîşê agahiyeke berfireh bi dest neket.

Beriya vê êrîşê, li gorî dema herêmê saet 18:30'î bi çekên giran gule li kantona Girê Spî reşandin.

Di heman dema vê êrîşê de balafirên şer ên Tirk li gorî dema herêmê saet 19:30'î bombe li gundên herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber êrîşê gundiyên Xelifanê neçar man ji malên xwe derkevin.

Artêşa Tirk piştî civîna çar alî ya 27'ê Cotmehê ya li Stenbolê dest bi êrîşên li dijî Kobanê û Girê Spî kir.

1'ê Mijdarê li gundê Til Findir ê Girê Spî keça 6 salî ya bi navê Sara Rifat Mûstafa ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû kuştn.