Rejîma Şamê û çeteyên Enqereyê şerê hev dikin

Di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên Enqereyê de li bakurê Hamayê û li başûr û başûrrojavayê Îdlibê şer diqewime.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, hêzên rejîmê li bakurê Hamayê herêmên Letamne û Kefer Zîta, li bakurrojavayê Hamayê herêmên Enkawîm Şerîa, Hewîz, Kelet, Medîq, Hewîce, Bab Taqa û Emîqa ya li deşta Xabê bombe kirin.

Her wiha Til Nemis, Cercenaz û Mereş Şorîn ên li Îdlibê topbaran kirin.

Herêmên Hama, Îdlib, Heleb û Lazkiye ku her du alî topbaranê dikin, di çarçoveya peymana navbera Rûsya û Tirkiyeyê de weke 'herêmên bêşer' hatibûn ragihandin.

Heyet Tehrîr El Şam ku ji Enqereyê piştgiriyê werdigire, topbaran li herêma Til Bizam a li bakurê Hamayê kir ku hêzên rejîmê lê ne. Li ser encamên êrîşê ti agahî nehatin wergirtin.

Li gorî saziya çavdêriyê, du fuzeyên balîstîk ên ku Rûsyayê ji Derya Spî avêt, li bajarê Cisr eş-Şuxur ê li rojavayê Îdlibê ketin. Hate ragihandin, ji ber vê êrîşê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Roja Sêşemê hêzên rejîma Sûriyeyê top avêtin bajarokê Letamne yê li bakurê Hamayê. Balafirên şer jî li ser Îdlib û Hamayê firiyan.

Saziya çavdêriya mafên mirovan ragihand, li bajarokê Seraqib a li rojhilatê Îdlibê ji ber topbarana hêzên rejîmê sivîlekî jiyana xwe ji dest daye. Bi vî rengî hejmara sivîlên li herêmê jiyana xwe ji dest dan bû 5 kes.