BI DÎMEN

Rapora NY'ê ya li ser Sûriyeyê girîng e, lê kêm e

Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm got, tespîtên li rapora NY'yê girîng in, lê belê ji aliyê bicihanîna wan ve kêmasiyên mezin hene.

RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Y A LI SER SÛRIYEYÊ

Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a li ser Sûriyeyê ku ji 26 rûpelan pêk tê û 11'ê Adarê hate eşkerekirin ji ANF'ê re axivî.

Xalid Îbrahîm anî ziman ku mîna di raporê de hate ragihandin, li vê xakê komkujî, koçberî, talan û krîza aboriyê dewam dike û got, "Her sal ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve raporên bi heman rengî têne weşandin. Mirov dikare hinekî din bi rengekî pozîtîf li vê raporê binihêrin. Di raporê de hin tespîtên rast hene. Bi taybetî gelekî girîng e ku hatiye destnîşankirin ku dewleta Tirk êrîşî binesaziya herêmê dike, li ser ewlekariya herêmê gefeke, dibe sedema krîz û kaosê û sûcên şer dike. Bi derengî jî be weşandina raporeke bi vî rengî erênî ye. Lê belê tevî vê yekê jî aliyên xwe yên kêm mane hene."

Di vê der barê de jî Xalid Îbrahîm got, "Me berê jî gotibû; divê komîsyonên taybet ên navneteweyî bêne avakirin û ev komîsyon bêne herêmê û çavdêriyê bikin. Bêguman ev pêşniyarên me dewam dikin. Her wiha gelek saziyên navneteweyî û saziyên ji herêmê hatin, bi çavên xwe encama siyaseta talanê ya dewleta Tirk dîtin. Eşkere ye ku dewleta Tirk dixwaze li vê derê careke din gel bixe nava krîz û kaosê, koçberiyê ferz bike û şerekî mezin li herêmê bide destpêkirin. Ev hemû jî bêguman dikevin ber kategoriya sûcê şer. Wan jî ev hemû dîtin û di raporê de cih dan vê yekê. Tevî ku di raporê de tespîtên li ser sûcên dewleta Tirk hebin jî li ser darizandina dewleta Tirk a ji ber van sûcan tiştek nîne. Ev yek kêmasî ye. Hem Neteweyên Yekbûyî hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar diviyabû li ser vê mijarê helwesteke hîn şênber nîşan bidabûna. Têrê nake ku tenê di raporê de bê destnîşankirin. Bêguman raporên bi vî rengî xwedî bandor in, lê belê eger di demeke nêz de nikaribe encamên erênî biafirîne zêde girîngiya xwe namîne. Em dibêjin, divê raporên bi vî rengî xwedî encamên şênber bin. Kî dibe bila bibe divê berdêla van sûcan bidin, hesab bidin. Mixabin heta niha tiştekî bi vî rengî nehatiye kirin."

Xalid Îbrahîm ragihand ku sûcên dewleta Tirk ji xwe ji aliyê her kesî ve tê dîtin û zanîn û got, "Bi taybetî sûcên şer ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Di vê mijarê de em timî di nava hewldanan de ne. Bi civak û saziyên navneteweyî re karên me hene. Proje û pêşniyarên me hene. Hewldana me beriya her tiştî ji bo rawestandina vî şerê li dijî gelê me ye. Piştre jî hesabpirsîna ji sûcdarên şer û li dijî mirovahiyê ye. Mixabin em di nava tevlîheviyeke siyasî de ne. Gelek berjewendiyên siyasî yên dewletan hene. Rola van hene."