Radyoya Sewt El-Heyat dest bi weşanê dike

Radyoya Sewt El-Heyat li Bakurê Sûriyeyê dest bi weşanê dike.

Radyoya Sewt El-Heyat (Dengê Jiyanê) ku navenda wê li Hesekê ye, li ser bingeha jiyana hevpar û rastiya neteweya demokratîk wê hewl bide bibe dengê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê.

15 xebatkarên radyoyê, piştî ku li dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Dilîşan Îbîş perwerde xwe qdandin, wê dest bi weşanê bikin.

Ji rêveberên radyoyê Sozdar Ehmed agahî da ANHA'yê û diyar kir ku wan dest bi weşana testê kirine û destpêka meha Tebaxê wê dest bi weşana asayî bikin.

Ehmed got, weşana wan wê destpêkê ji saet 07:00 heta saet 19:00 be û wê piştre dema weşanê heta saet 00:00 ê nîvê şevê dirêj bikin.

Radyo wê li ser frekansa FM 106,5 weşanê bike.

Radyoya Sewt El-Heyat wê radyoya destpêkê be ku xîtabî tevahiya Bakurê Sûriyeyê bike.