QSD: Li Eyn Îsayê di şer de 10 dagirker hatin kuştin

QSD'ê ragihand, ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsayê şer qewimî û di encamê de 10 dagirker hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker rojên dawî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye, êriş bir ser herêmên ku sivîl jî lê ne û ji ber van êrişan xisareke madî rû da. Armanc ji van êrişan ew e ku gelê herêmê bê koçberkirin. Di 3 rojên dawî de li xeta Eyn Îsayê êriş li gelek gund û rêya bejahî ya M4 hate kirin. Di heman demê de balafirên şer û keşfê li ser herêma Eyn Îsayê geriyan.

Di berbanga 21'ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da ku bi dizî derbasî nava navçeya Eyn Îsayê bibe. Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv dan û li derdorê gundê Seyda şer qewimî. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn."