QSD: Li başûrê Minbicê 8 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li başûrê Minbicê di şer de 8 çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn.
QSD'ê ragihand ku li başûrê Minbicê di şer de 8 çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê li ser şerê li başûrê Minbicê yê doh daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di bersivdayîna êrişa çeteyên dewleta Tirkiyê yên li ser girê Syriatel`ê li başûrê bajarê Minbicê de, 6 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, li heman deverê westyiteke leşkerî hate rûxandin.
Li gudndê Tilerş`ê yê li başûrê bajarê Minbicê jî 4 çete birîndar bûn û çepereke wan hate rûxandin.
Li enya Dêrhafir`ê hêzên me bersiva êrşînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Duh sêşemê dema ku komeke çeteyan adamdekarya êrişê dikrin bûn armanca Yekîniyên Şehîd Harûn, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, yên mayî jî ji deverê reviyan.
Du çeteyan hewl dan bi motosikê derbasî çeperên hêzên me yên li wê herêmê bibin, hêzên me bersiv dan, di encamê de çetyek birîndar bû yê din jî motosiklê li şûna xwe hişt û reviya. Li gundê Îmam jî hêzên me bi çekên giran li komeke çeteyan xistin, der barê encamê de agahiyên zelal tune ne.
Li hember êrişên hovane yên dagirkeriya Tirkiryê û çeteyên wê li ser welatiyên sivîl, duh sibehê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyeke lidar xistin, di çalakiyên bareregehên dagirkeriya Tirk li gundên Etîq El Hewa û Hemdûş yên gundewarên Til Temirê bûn hedef, der barê hijmara kuştî û birîndaran de agayên zelal bidest neketin.
Di encama çalakiyên hêzên me yê duh de herî kêm 8 çete hatin kuştin 16 jî birîndar bûn, wesayiteke leşkerî ya çeteyan jî hate rûxandin."