MSD: Şer û dagirkerî tundiya li dijî jinan zêde dike
Di daxuyaniya MSD'ê de ya li ser 25'ê Mijdarê hate ragihandin ku tundiya li dijî jinên Sûriyeyî ji ber şer û êrîşên dagirkeriyê zêde bûye.
Di daxuyaniya MSD'ê de ya li ser 25'ê Mijdarê hate ragihandin ku tundiya li dijî jinên Sûriyeyî ji ber şer û êrîşên dagirkeriyê zêde bûye.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev roj ji bo bîranîna xwişkên Mirabal, roja geşkirina têkoşîna li hemberî hemû cureyên tundî û cudakariyê ye.
MSD`ê di daxuyaniya xwe de behsa êş û azarên jinên Sûriyeyê kir û diyar kir ku jinên Sûriyeyê ji ber şerê ku ji sala 2011’an vir ve berdewam e, êş û azarên pir mezin dikişînin, ev yek bûye sedema zêdebûna cudakarî û tundiyê bi şêweyên cuda, ji xizanî û paşguhkirinê bigire heta kirinên giran ên wekî îşkence, kuştin û windakirina bi darê zorê. Her wiha diyar kir ku ev rewş li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di ne xerabtir e û li wan herêman jin bi awayekî sistematîk rastî binpêkirinên giran tên.
Daxuyaniyê da zanîn ku zêdebûna tundiya li ser jinên Sûriyeyê encameke rasterast a çanda baviksalar a serdest, zagonên cudaxwaz û şerê dijwar e. Her wiha diyar kir ku ev rastiya bi êş ji me hemûyan dixwaze ku ji bo guhertina vê rastiyê têbikoşin û wekheviyê pêş bixin.
MSD`ê bang ji hemû jinên Sûriyeyê kir ku bibin yek û destên hev bigirin, bi hev re tê bikoşin ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan. Her wiha tekez kir ku beşdariya jinan di pêvajoya siyasî û biryardanê de pêwîstiyek e ji bo her çareseriyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê.