QSD'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 şervanên wan di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û têkoşîna li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê şehadeta 8 şervanan de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di berxwedana lehengane ya hêzên me ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst de, hejmareke şervanên me gihaştin asta şehadetê. Şervanên şehîd navên xwe bi tîpên ronak di lîsteya nemiran de nîvisandin.

Bê guman berxwedana hêzên me ya parastina herêm û gelê xwe bala tevahiya cîhanê kişandiye. Ev berxwedan jî çavkaniya xwe ji bawerî û îradeya şervanên me yên berxwedêr ên li çeperan û piştevaniya tevahî pêkhateyên gel digirin. Gel û şervan di wê baweriyê de ne ku berxwedan rêya yekane ya parastina ewlehiya herêmên me û rêya dûrxistina herêmê ji xetereya dagirkerî û terorê ye.

Bêçarebûna dagirker û çeteyan a li hemberî berxwedana şervanên me yên xwedî biryar û îradeyeke ji pola diyar e. Dijmin êdî li rêyekê digire da ku binkeftinên xwe yên domdar ên li eniyên berxwedanê binixumîne.

Em bi serbilindahî şehadeta şervanên xwe Demhat (Ehmed Ubeyd El Omer), Zagros Zap (Aras Hemîd Hemo), Hemze (Eymen Elawî Îbrahîm), Şervan Qamişlo (Şivan Îsam Ehmed), Qehreman Hesekê (Ebdurehman Ehmed El Eswed), Berzex (Ebdullah Ebdulmecîd El Ebdullah), Mezlûm Qamişlo (Ferhad Newaf Xelîl) û Şoreş Reqa (Feysel Samir El Mûsa) radigihînin.

Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên 8 şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê berxwedan û têkoşîna wan berdewam bikin heya ku welatekî bê teror û bê dagirker ava bikin."

Nasnav: Demhat
Nav û paşnav: Ehmed El Omer
Navê dayikê: Fetûma
Navê bav: Ubeyd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-El Xemayîl
Cih û dîroka şehadetê:  Dêrazor-Rêya Mergeda-Şedadê, 26 Kanûn 2024

***

Nasnav :Zagros Zap
Nav û paşnav: Aras Hemo
Navê dayikê: Gulîstan
Navê bav: Hemîd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 21 Kanûn 2024

***

Nasnav: Hemze
Nav û paşnav: Eymen Îbrahîm
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Elawî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziyê, 25 Kanûn 2024

***

Nasnav: Şervan Qamişlo
Nav û paşnav: Şivan Ehmed
Navê dayikê: Mizgîn
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 30 Kanûn 2024

***

Nasnav: Qehreman Hesekê
Nav û paşnav: Ebdullah El Eswed
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir-Alya, 19 Kanûn 2024

***

Nasnav: Berzex
Nav û paşnav: Ebdullah El Ebdullah
Navê dayikê: Raîde
Navê bav: Ebdulmecîd
Cihê jidayikbûnê: Fedqemî
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Şihêl, 26 Kanûn 2024

***

Nasnav: Mezlûm Qamişlo
Nav û paşnav: Ferhad Xelîl
Navê dayikê: Marya
Navê bav: Newaf
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Terteb- 11 Kanûn 2024

***

Nasnav: Şoreş Reqa
Nav û paşnav: Feysel Samir El Mûsa
Navê dayikê: Newal
Navê bav: Samir
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir- 30 Kanûn 2024.