QSD’ê nasnameya 2 şervanên di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûn, eşkere kir

QSD’ê nasnameya 2 şervanên ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

QSD’Ê NASNAMEYA DU ŞEHÎDAN EŞKERE KIR

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta 2 şervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me beriya zêdekirî 5 salan rêxistina DAÎŞ a terorîst li bajarokê Baxozê ku baregeha dawîn di destê wê de mabû, tune kir. Şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst bi armanca ku xwe zindî bike çalakiyên xwe zêde kirine. Aşkera ye ku gelek dewlet û alî destekê didin vê rêxistina terorîst da ku zindî bibe. Di heman demê de hewl didin wê bi kar bînin.

Têkoşîna me ya li dijî rêxistina terorîst di hemû astan de dewam dike. Hêzên me şaneyên wê ji hev dixin û endam û berpirsên wan digirin.

Roja çarşema borî, dema ku şaneyeke terorîst a DAÎŞ’ê hewl da di hundirê bajarê Reqayê de tev bigere û êrişî nuqteyeke me ya leşkerî kir, hêzên me bi wêrekî bersiv da û di encamê de şer derket. Di şer de terorîstê birîndar bû hat girtin. Her wiha ji şervanên me Basil Reqawî (Mihemed El Tamê) û Sultan Reqa (Îmad Mihemed El Erîf) gihaştin asta şehadetê.

Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan sax be. Em sozo din em ê tola xwîna wan a pak ji rêxistina terorîst hilînin û em ê wan ji herêmê derxin, yên hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin, têk bibin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

 

Nasnav: Reqawî

Nav û Paşnav: Basil El Tamê

Navê Dayikê: Werda El Ehmed

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şemsedîn, 1995

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 28 Adar 2024.

**

Nasnav: Sultan Reqa

Nav û Paşnav: Îmad El Erîf

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1986

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 27 Adar 2024.