QSD’ê mukirhatinên sîxurên MÎT’ê weşandin

QSD′ê şebeyeke sîxurtiyê ji hev xist de ku ji 6 kesan pêk dihat. Şebekeya sîxurtiyê li xwe mikur hatin ku ji bo dewleta Tirk a dagirker dixebitîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) lixwemikurhatinên 6 sîxur weşand ku ji bo dewleta Tirk a dagirker dixebitin û agahî û wêneyên nuqteyên leşkerî, ewlehî, saziyên xizmetguzariyê didan MÎT′ê û kiryarên xirabkirinê li herêmê dikirin.

QSD′ê daxuyand ku ji dema destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan ve, hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna hemû cureyên şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinîne.

QSD′ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan, bi balafirên şer û yên bê mirov êrişî herêmê dike da ku Rêveberiya Xweser û QSD′ê têk bibe.

QSD′ê bal kişand ser plana şerê taybet ê li dijî herêmê û wiha pê de çû: "Plana herî xeternak şerê taybet e. Hewl didin ciwanên herêmê tev li şebekeyên sîxurtiyê bikin da ku kiryarên xwe yên terorî wekî qetandin, hedefgirtin û qetilkirina kesayetên sivîl û leşkerî pêk bînin. Bi rêbazên şantajkirin, gefa qetikirinê û bi dayîna qezenciyên madî hewl didin ciwanan neçar bikin ku ji bo saziyên îstîxbaratê kar bikin û tev li şebekeyên sîxurtiyê bibin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker zextê li malbatên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dike da ku ajantiyê jê re bike. Li herêmên dagirkirî jî heman tiştî dike, gefa qetilkirin, girtin û revandinê li wan dixwe. Bi van gefan karibû hin kesên xwefiroş bixe  nava karên terorî. Di encamê de kesên bê guneh şehîd bûn û saziyên sivîl û yên xizmetguzarî kirin hedef.′′

QSD′ê mikurhatinên 6 sîxuran weşandin. QSD′ê da zanîn ku sîxuran agahî û koordînatên li ser nuqteyên leşkerî, ewlehî, saziyên xizmetguzarî yên rêveber didan MÎT′ê û kiryarên xirabkirinê pêk dianîn.

Yek ji sîxuran bi navê Ridwan El Yetîm e. El Yetîm got, kesê bi navê Ela Mihemed Nezîm li Tirkiyeyê dimîne bi rêya telefonê pê re axivî û jê xwest ku li beramberî miqdareke pereyan erebeyan biteqîne. El Yetîm tevî hejmareke kesên din li Til Temirê  erebeyên welatiyan teqandin.

Sîxurê bi navê Emced El Nasir jî li xwe mikur hat ku rojek beriya ku ji Tirkiyeyê vegere, kesê bi navê Mihemed Xerîb Ebas bi rêya telefonê lê geriya û jê xwest dîmen û wêneyên nuqteyên hêzên leşkerî yên li Til Temirê û Hesekê bikişîne û jê re bişîne.

Sîxur El Nasir got wî dîmenên 7 nuqteyên leşkerî yên li Til Temir û Hesekê kişandin bêyî ku tu pereyan werbigire ji MÎT′ê re şandin û got: "Her tim gef li min dixwar ku eger daxwaza wî bi cih neynim wê van agahiyan bi fermandariya me re parve bike. Hingî wê fermandariya me nas bikin ku bi MÎT′ê re kar dikim."

Sîxur El Nasir got ku ew di 22′yê Tîrmeha 2023′yan de ji aliyê QSD′ê ve hatiye girtin.

Sîxurê bi navê Fewaz El Hiso li xwe mikur hat ku dîmenê 12 nuqteyên leşkerî kişandin û ji kesê bi navê Ebû Nebîl re şandin. Her wiha eşkare kir ku nav û wêneyên endam û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Dêrikê dane heman kesî. Sîxur El Hiso diyar kir ku rojek beriya ku were girtin 75 dolar ji Ebû Nebîl girt.

Sîxurê bi navê Elî Berkel sûcên ku li dijî QSD′ê pêk anîne, vegot. Sîxur Berkel li xwe mikur hat ku kesek bi navê Ûsama El Benawî lê geriya û jê xwestiye wêne û dîmenên nuqteyên leşkerî bikêşîne. Berkel got: ′′Dema em di çûn Eyn Îsayê min dîmenên hinek nuqteyan kişandin û jê re şandin. Min 4 nuqteyên leşkerî diyar kirin û jê re şandin. Piştre ji min pirsî gelo nuqte hatin hedefgirtin an na? Min got ez nizanim. Lê tiştek bi şervanan nehatibû. Piştre ji min xwest cihên din diyar bikim û bişînim. Dema li Tirwaziyê diman Ûsama wêneya nasnameya min ji min xwest ji bo ku pereyan ji min re bişînim, ji ber nasnameya min tune bû min wêneya nasnameya birayê xwe jê re şandin. Piştre ji min xwest dîmenên nuqteyên din ên li Tirwaziyê bikişînim. Digot ew ê hemû pereyan yekcarî di nava du an sê rojan de bişîne. Min wêneya burcê yekane yê li herêmê ango burcê Qesira Moza, kortika li cem burcê, 3 nuqteyên li çola nêzî baregeha me, nuqteyek li gundê Xetaxît ê nêzî şirketa Çemento û nuqteyek din li beramberî hêzên rejîmê Sûriyeyê jê re şandin. Piştre min koordînatên zêdetirî 8 nuqteyên din dane wî. Ji ber êrişa bi obîsan jî şervanek şehîd bû."

Sîxurê bi navê Ebdulezîz El Nasir jî got ku hevjîna mamê cîranê wî Ebû Nebîl (Îdan Elî El Xilêf) ku endamekî "Polîsên Leşkerî′′ li Serêkaniyê ye jê xwest wêne û dîmenê nuqteyên leşkerî û wêneyên fermandaran bikişîne û jê re bişîne. Her wiha got: "Ji min xwest nuqteyên leşkerî û wêneyên fermandaran jê re bişînim. Ji min re got, piştre dikarî werî Serêkaniyê û li pêşberî Tirkan îfadeya xwe bidî û xwe beraat bike. Min dîmen jê re şandin, lê dîmen ne eciband. Ji min xwest navê cihekî leşkerî û tiştên tê de diyar bikiê. Dîsa ji min re got dikarî biçî Elokê û 10 heta 15 rojan bêhna xwe li wir bidim. Ji min re got, em ê çenteyekê giraniya wê kîloyek bidin te û tu yê heta deriyê ketina Hesekê hilgire û li cihekî bejahî deyne. Dixwest dîmenê cihê çente bikişînim û jê re bişînim. Ji min re digot elaqeya tu kesî pê nine û ew berpirsê çente ye. Ebû Nebî got, wê kesên din werin çente bibin. Her wiha got wê kesek bi navê Ebû Ebdullah alîkariya min bike. Piştre got wê kesek bi navê Ebû Şewax bi min re biaxive. Min ev kes nas dikir, em bi hev re di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de kar dikin û ew ajokariyê dike. Piştre ji min xwest ku wêne, dîmenê nuqte û eniyan bikişînim û jê re bişînim. Di dawiyê de her sê kesan israr kirin ku bi wan re bixebitim."

Sîxurê bi navê Ednan El Elî got, kurê xalê wî yê bi navê Salim Hisên El Ferak wî bi komeke sîxurtiyê daye naskirin ku ji MÎT re kar dike. Sîxur El Elî li xwe mikur hat ku wî li beramberî 700 dolarî dîmen û wêneyên hinek fermandaran û yên nuqteyên leşkerî yên li Til Temirê kişandin û ji endamê endamekî MÎT bi navê Mihemed re şandin.

QSD′ê diyar kir ku sîxuran eşkare kirin ku ji ber kiryarên kirine poşman bûne. QSD′ê bang li ciwanan kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk a dagirker û bi gelê xwe re bin û got: "Çawa dijmin rehmê nake, hêzên me jî wê di keşifkirin û girtina şebekeyên sîxurtiyê de berdewam bikin û wê wan sewqî edaletê bikin."