QSD’ê li Dêra Zorê girte ser 53 cihan û 24 çeteyên DAÎŞ’ê girt-NÛ BÛ
QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) ragihand ku wan di 23’ê Gulanê de li rojavayê Dêra Zorê girtine ser 53 cihan û di van operasyonan de 24 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) ragihand ku wan di 23’ê Gulanê de li rojavayê Dêra Zorê girtine ser 53 cihan û di van operasyonan de 24 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, got: "Bi beşdarbûna hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên me di 23’yê Gulanê de dest bi operasyoneke berfireh li dijî şaneyên terorîstên DAÎŞ’ê li herêma Cizret Bû Hemîd a gundewarên rojavayê Dêra Zorê û kampên bê ser û ber ên li derdora wê kir."
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon piştî ku çalakiyên DAÎŞ’ê û hin aliyên din li dijî rûspî û şêxên herêmê, her wiha li dijî xebatkarên saziyên xizmetê û kadroyên perwerdeyê zêde bû û li ser xwesteka şêniyan, pêk hat.
Li gorî navendê operasyon li dijî 53 nuqteyan, di nav de kampên koçberan ku çeteyên DAÎŞ’ê ji xwe ji bo xweveşartinê, çêkirina mayinan û perwerdekirina terorîstan bi kar tanîn, hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de 24 terorîst, di nav de 3 terorîstên ku endamê Çarşema borî endamê Meclisa Qanûnsaz a Dêra Zorê Mûeyed El-Reyaş kuştibûn, girtine.
Navendê tekez kir ku hêzên wan hin planên terorîstî têk birin û wiha domand: "Hêzên me gelek bombeyên destan, kalaşnîkov, alavên pêwendiyê, kaxezên îsbatkirinê, planên hin operasyonên terorîstî, her wiha çekên leşkerî û madeyên hişbir, desteser kirin."