QSD’ê li Dêra Zorê 2 çete û rêjeyek cebilxane desteser kir
Yekîneyên Antî Terorê di operasyonek taybet a 29’ê Îlonê ya li Dêra Zorê ya li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê de 2 çete girtin û dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane.
Yekîneyên Antî Terorê di operasyonek taybet a 29’ê Îlonê ya li Dêra Zorê ya li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê de 2 çete girtin û dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Li roja 29’ê Îlonê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li herêma Dêra Zorê li hemberî şaneyek DAÎŞ’ê operasyonek lidarxistin. Di encama operasyonê de çeteyên bi navên Genam Mahmud El Hamdî û Mahmud El Hamdî hatin girtin û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.
Cebilxaneya ku hatin desteserkirin wiha ne;
1 AK-47, 1 rext û 4 jarjorên AK-47, 1 rext û 1 jarjorê damençe, 4 telefon û hinek belge”