QSD'ê ji bo salvegera Baxozê: Talokeya DAÎŞ'ê didome
QSD'ê ji bo salvegera 3'yan a azadkirina Baxozê daxuyanî da, bla kişande ser ku hê jî talokeya DAÎŞ'ê didome.
QSD'ê ji bo salvegera 3'yan a azadkirina Baxozê daxuyanî da, bla kişande ser ku hê jî talokeya DAÎŞ'ê didome.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro ji bo salvegera 3`yan a rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ`ê di aliyê meydanî de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD`ê de ev hate destnîşankirin: "23`yê Adarê salvegera 3`yan a têkbirina baregeha dawîn a rêxistina terorîst û ragihandina serkeftina li dijî çeteyan e ku bi saya hêzên me û gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi alîkariya civata navneteweyî pêk hat. Di encamê de cîhan ji mezintirîn xetereyê rizgar bû.
Ji bo vê em destpêkê şehîdên xwe yên ku ne ji fedakariya wan bûya, ev serkeftina mezin nedihat raberkirin, bi bîr tînin. Her wiha em şervan û gelên xwe yên ku bi hemû hêza xwe li dijî rêxistina terorîst şer kirin û parastina nirxên xwe yên exlaqî û mirovî kir, silav dikin.
Li ser vê yekê em dibêjin, têkbirina meydanî û leşkerî ya DAIŞ`ê di baregeha dawîn a li Baxozê de, fersenda mayîndebûn û jiyana bi milyonan gelên li herêmên me û cîhanê parast. Lewma bibîranîna şehîdên me û wefadariya wan erkeke exlaqî û cîhanî ye ku dikeve ser milê hemû kesên azad."
Têkildarî xetereya DAIŞ`ê jî QSD`ê diyar kir: "Em dubare dibêjin rêxistina terorîst hewl dide xewnên xwe pêk bîne, hin herêmên din ên Sûriyê û Iraqê kontrol bike û zêdetir xetereyê li ser niştecihan çêke. Mînaka herî berbiçav jî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ye. Me her tim bang li civata navneteweyî dikir ku vê dosyayê çareser bike, her wiha destekê bide avahîsaziya li herêmê ku di encama kontrolkirina rêxistina terorîst û şerên rû dan, zirar gihaşt herêmê."
Têkildarî paşguhkirina civata navneteweyî û rêveberiya hin dewletan jî QSD`ê di daxuyaniyê de wiha da zanîn: "Derfetê li pêşiya DAIŞ`ê vedike ku rêxistina xwe xurt bike û beşeke ji civakên herêmî û biyanî şantaj bike û wan bitirsîne û bandorên madî û manewî çêke. Li aliyekî din jî divê mirov balê bikişîne ser welatên ku welatiyên wan di nav çeteyan de hene û bi erka xwe ranabin, her wiha li ser avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên me da ku wan çeteyan darizînin. Nabin alîkar, lewma zirarê digihînin kar û xebata di salên derbasbûyî de bi armanca têkbirina DAIŞ`ê hate kirin."
QSD`ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em careke din bang li dewletên di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de dikin ku têkildarî şerê demdirêj destekê bidin hêzên me, her wiha stratejiyeke leşkerî, ewlehî û siyasî diyar bike da ku rêxistina terorîst zindî nebe. Her wiha em bang li civata navneteweyî jî dikin ku alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.
Di dawiyê de em salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Baxozê li gel û şervanên xwe pîroz dikin û banga yekitiyê dikin, da ku mirovahî ji DAIŞ`ê xelas bibe."