QSD'ê êrişên li ser gundên Girê Spî têk dibe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv da êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Girê Spî. Hate ragihandin ku derbên giran li dagirkeran hate xistin.

Dewleta Tirk li gorî dema herêmî ji saet 10:00 û pê ve bombe li gundên Zirbêt Bekir, Erîda, Qizelî, Meblûca, Siwan, Bîr Zinar, Kor Hesen, Luqluqo û Zenûbya yên Girê Spî barandin.

Şervanên QSD'ê bersivê didin dagirkeran û çeteyên Enqereyê diqewirînin.

Li gorî agahiyan, radarek, wesayitek doçka li ser û çeperek dewleta Tirk hatine rûxandin. Hate ragihandin ku ji dagirkeran gelek hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Di êrişên dewleta Tirk de li gundê Siwanê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê li gorî dema herêmî heta saet 13:30'î dewam dikir.