QSD'ê dest bi qonaxa 2'emîn a pêngava li dijî DAÎŞ'ê kir

QSD'ê ragihand ku wan li Dêrazorê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê dest bi qonaxa duyemîn a pêngavê kirine.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me vê sibehê 17'ê Tîrmeha 2020'an qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ'ê li herêmên Dêrazorê dan destpêkirin.

Pêngava me li ser daxwaza şênî û rûspiyên êlên herêmê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ'ê yên ku ewlehiya herêmên Dêrazorê binpê dikin, hat. Bi taybet piştî ku êrişên DAIŞ'ê li dijî sivîlan zêde bûn.

Yekîneyên Antîterorê, hêzên Koalîsyona Navdewletî tev li vê pêngavê dibin tevî piştevaniya asîmanî. Ev pêngav wê heta pêkanîna armancên ku fermandariya giştî diyar kirine, berdewam bike."