QSD’ê çalakiyên tolhildanê li dar xistin
QSD′ê ji bo şehîdên êrişa li Dêrikê û bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, çalakiyên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.
QSD′ê ji bo şehîdên êrişa li Dêrikê û bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, çalakiyên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD′ê têkildarî çalakiyan tolhilanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
′′Bi armanca tohildana şehîdên êrişa li ser bajarê Dêrikê û ji ber salvegera dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, hêzên me di 9 û 10′ê vê Cotmehê de çalakiyên leşkerî li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.
Hûrguliyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
-9′ê Cotmehê hêzên me bi çekên giran li baregaha artêşa Tirk a dagirker a li beramberî gundê Seyda yê Eyn Îsayê da. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk hat kuştin û leşkerekî din birîndar bû. Her wiha pergala radar û kamereyên çavdêriyê yên li baregehê, nuqteya parastin û çavdêriyê hatin wêrankirin.
-10′ê Cotmehê, hêzên me bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Dibis ê Eyn Îsayê da. Di encamê de 3 leşkerên dagirker birîndar bûn, lê hejmara kuştiyên hêzên dagirker nehat zanîn. Her wiha derb li panzêreke leşkerî û çeperên dagirkeran hatin xistin."