QSD’ê bilançoya roja 4’an a êrîşên dagirkeriyê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê bîlançoya roja 4′an a êrêşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 4′an a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Dewleta Tirka dagirker di roj 4′an de êrîşên xwe yên xedar li ser deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. Di êrîşan de balafirên şer û çekên giran bi kar tîne. Di encama êrîşan de birîndar çêbûn û xisra gihaştin navendên girîng û binsaziyê.

Bîlançoya roja 4′emîn a êrîşan wiha ye:

- Hejmara êrîşên bi guleyên obus û hawnan: 31

-Hejmara êrîşên bi balafirên şer: 2

-Hejmra topên ketine: 55 gule, di nav de 29 guleyên obusên giran in

-Hejmara êrîşên bi çeka doçkayê: 1

-Hejmara nuqteyên leşkerî yên hatine hedefkirin: 3

-Hejmara sivîlên birîndar: 1

-Hejmara avahiyên hatine hedefkirin: Depoyeke petrolê

Hûrguliyên êrîşê wiha ne:

Bajarê Dêrikê û gundewarê wê;

Saet di 18:00′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Gerdemiyê yê li ser sînor ê girêdayê bajarê Dêrikê bi 7 topên hawnan û gundê Eyn Dîwan bi 10 topên hawnan topbaran kir. Top li zeviyekî çandiniyê ketin û zerar çênebûn.

Saet di 22:30′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Şehîd Nesrîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Hemze Beg (15 dikeve başûrê Dêrikê) bombebaran kir. Di encamê de hejmareke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd û birîndar bûn.

Bajarê Minbic û gundewarê wê;

Saet di 23:15′an de, dewleta Tirk a dagirker eniyên pêşîn li gundên Seyda, Hoşeriyê, Toxar, Qurtwêran, Ewn Dadat û Um Cilûdî yên Minbicê bi 13 topên obusên giran û hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn.

Bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê;

Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker malên sivîlên bajarokê Eyn Îsayê bi topên obusên giran topbaran kirin.

Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan êrîşî malên sivîlên li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê kir.

Saet di 23:00′an de, dewleta Tirk a dagirker bi çeka doçkayê Kampa Eyn Îsayê kir hedef.

Saet di 22:42′an de, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên me yên li eniya Eyn Îsayê bi 4 topên hawnan û 3 topên obusên giran topbaran kirin.

Saet di 21:45′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên obusan ev gund topbaran kirin:

Gundê Hoşan bi 4 topên obusan.

Gundê Xalidiyê bi 2 topên obusan.

Nuqteyek leşkerî bi 4 topên obusan,

Bajarê Kobanê û gundewarê wê;

Saet di 22:30′an de, dewleta Tirk a dagirker gundên Xerbisan û Cîşan bi 4 topên obusên giran topbaran kirin.

Saet di 22:15′an de dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin. Gundên hatine topbarankirin ev in:

Gundê Til Şeîr bi topeke hawnê.

Gundê Selîm bi topeke hawnê.

Gundê Xerxerî bi topeke hawnê.

Gundê Celaxî jî bi topeke hawnê.

Saet di 23:00′an de, deweleta Tirk a dagirker gundê Zormexar bi topeke hawnê topbaran kir.

Di topbarana li ser gundên Kobanê de jî ziyan çênebûn.

Bajarê Qamişlo û gundewarê wê;

Saet di 22:27′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker depoya petrolê ya 3 km dikeve başurê bajarokê Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de sivîlek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Saet di 22:35′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan gundê Til Zîwan ê navbera gundên Til Kêf û Doban (6 km dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê) topbaran kir. Top li zeviyên çandiniyê ketin.

Saet di 00:35′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Herem Şêx (11 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo) bi hawnan topbaran kir, ziyan çênebûn.

Bajarê Amûdê û gundewarê wê;

Saet di 23:30′an de, dewleta Tirk a dagirker bajarokê Zirganê, gundên Mişêrfê, Til Hermel û Rebîat bi hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn."