QSD’ê 15 roj dem da çeteyên li Dêrazorê

QSD′ê 15 roj dem da çeteyên ku destê wan di bûyerên dawîn ên Dêrazorê de hene ku xwe radest bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bang li tevahî kesên ku destê wan di bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê de hene kir ku xwe bighînin hêzên wan û di nava kêmî 15 rojan de rewşa xwe çareser bikin.

Daxuyanî wiha ye:

′′Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk bang li tevahî çekdarên destên wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene û reviyane herêmên di bin serweriya rejîmê de dike ku di nava 15 rojan de (ji îro ve) xwe bighînin hêzên me, vegerin herêmê û dest bi çareserkirina rewşa xwe bikin. Ji bo peywendiyê hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê numareyên WhatsAppê yên li jêrê diyar kirine:

0980988356

0995025361

0987390739

0983298866

Her wiha em bang li kesên ku li herêmê çek rakirine dikin, ji îro ve û di nava kêmî 15 rojan de çekên xwe radest bikin û dest bi tedbîrên qanûnî yên pêwîst bikin.

Hêzên me diyar dikin ku wê piştgiriya xelkê me yên li Dêrazorê bike ku ji ber êrişên çekdaran ên li ser saziyên xizmetguzarî û rêveberiyê de ziyan dîtine."