QSD: Di meha Hezîranê de 17 çete hatine girtin

QSD’ê derbarê operasyonên ewlehiyê yên di meha Hezîranê de daxuyaniyek weşand û diyar kir wan di meha Hezîranê de 17 çete girtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser bîlançoya operasyonên ewlehiyê ku meha borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistine, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Yekîneyên Taybet ên hêzên me (YAT) operasyonên xwe yên ewlehî û pêngavên li dijî cih, endam û serçeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî didomînin.

Hêzên me di Hezîranê de 11 operasyonên ewlehiyê li dijî cih û nuqteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst pêk anîn, di encamê 17 çeteyên rêxistina terorîst girtin, piran wan serçete bûn û 2 serçete hatin kuştin. Wan çeteyan plan dikir êrişên terorîst li gelek herêman pêk bînin, li rex wê jî mayîn amade dikirin û li şaneyên veşartî belav dikin, da ku li nuqteyên ewlehî û leşkerî û malan biteqînin. Ji wê zêdetir jî wan hewlên siûqastkirina endamên saziyên rêveberiyê, serok û rûspiyên eşîran dikirin û gefên dayîna fidyeyan bi navê zekatê li wan dixwarin.

Hêzên me gelek çek, alavên leşkerî û amûrên peywendiyan ku di destê terorîstan de bûn, desteser kirin. Her wiha di lêpirsîna bi wan re li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi serçeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk dagir kirine, bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî re heye. Ew desteka madî û leşkerî ji serçeteyên di nava çeteyên dagirkeriya Tirk de ku navê xwe Artêşa Nîştimanî ya Sûrî ye, werdigirin.

BÎLANÇOYA MEHA HEZÎRANÊ

Bîlançoya operasyonên ewlehiyê ku hêzên me li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di Hezîranê de pêk anîne wiha ye:

-Hêzên me di 30’ê Gulanê de hemleyek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê pêk anîn, di encamê 4 terorîst di nav de "emîr" girtin. Her wiha gelek çek, alavên leşkerî û amûrên peywendiyan desteser kirin, 3 qilêş, demançeyek, 10 telefon, 2 dûrbîn, kamereyeke wênekêşiyê, amûreke wifî desteser kirin.

Vê şaneyê sûcên terorsît li herêmê li dijî hêzên me û welatiyan pêk dianî, cebilxane ji şaneyên terorîst ên din re dabîn dikir û ji 4 terorîstan pêk dihat.

-HAT ên girêdayî hêzên me di 8’ê Hezîranê de çeteyekî rêxistina DAIŞ’ê yê berpirsê kiryarên leşkerkirin û tevlêkirina kesên ji terorê ve nêz in û kiryarên îstîxbaratî bû, girt.

Li gorî agahiyên îstîxbaratî ku ji yekîneyên me re hatine operasyon pêk hat. Dûvre rêzeoperasyonên ji bo şopandinê li dar ketin. Her wiha yekîneyên me bi ser maleke li Reqayê de ku çete xwe tê de veşartibû girt û ew terorîst girt. Piştî keşfkirina male, yekîneyên me gelek belgeyên dîtin û desteser kirin.

-Hêzên me şaneyeke fînansê ya girêdayî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di operasyoneke ewlehiyê ya 12’yê Hezîranê de bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî girt.

Operasyon li bajarokê Holê yê li rojhilatê Hesekê û li nêzî kampa Holê ye pêk hat, tê de şaneya ji 3 endaman hate girtin. Wê şaneyê pere ji şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re dişandin, hin şaneyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fînanse dikir.

Di operasyonê de çek, amûr û belgeyên di destê wê de hatin desteserkirin.

-Di 12’yê Hezîranê de, yekîneyên me yên taybet serçeteyekî herêmî yê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di operasyoneke ewlehiyê li bakurê Dêrazorê de girt.

Operasyona ku hêzên me li dar xistiye, bi desteka bejahî û asîmanî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat, tê de serçeteyê ewlehî "Emîr" ku serkêşiya şaneya ewlehî dikir hate girtin. Ew serçete agahî vediguhastin, armanc diyar dikir, plan û rêbazên pêkanîna êrişên terorîstane li dijî nuqteyên ewlehî, leşkerî, sivîl û xizmetguzarî yên li Dêrazor û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexşe dikirin.

Di keşkirina cihê wî serçeteyî ku li herêma Riwêşid a bakurê Dêrazorê ya li rex başûrê Hesekê de, çek, amûr, belge û cilên leşkerî hatin dîtin û hatin desteserkirin.

-Yekîneyên me yên taybet 17’ê Hezîranê, operasyoneke ewlehî li dijî şaneyeke rêxitina DAIŞ’ê li bajarokê Mergede yê başûrê Hesekê pêk anî.

Di operasyonê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê çavdêriya asîmanê ve destek da. Di encamê de serçeteyê li gundê Seide yê başûrê Mergede ku encamê şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst e hate girtin.

Serçeteyê hatiye girtin, di teqandina mayînan bi erebeyên leşkerî û ewlehiyê de çalak bû, her wiha êriş li dijî nuqteyên ewlehî yên hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên cuda yên Hesekê û Dêrazorê pêk dianî. Li aliyekî din jî ew endamê berê yê rêxistina Cebhet El-Nusra şaxê rêxistina El-Qaîde ya Sûriyeyê bû ku beriya tev li rêxistina DAIŞ’ê bibe.

Piştî operasyona serdegirtina ewlehiyê ji tevgerên wî û cihê wî re ew secrete hate girtin, her wiha belge, amûrên leşkerî û amûrên peywendiyê yên li gel wî hatin girtin.

-Yekîneyên me di 19’ê Hezîranê de operasyoneke ewlehiyê li rojhilatê Dêrazorê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk anî.

Operasyon li gundê Hecne yê li nêzî bajarokê Besîra pêk hat. Tê de serçeteyekî herêmî yê rêxistina DAIŞ’ê ku di veguhastin û qaçaqçîtiya endamên rêxistina terorîst de çalak bû, hate girtin. Her wiha qilêş, dabance, hin amûr û belgeyên li gel wî hatin girtin.

-Di çarçoveya operasyonên serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de, yekîneyên me di 19’ê Hezîranê de operasyoneke ewlehiyê li dijî rêxistian terorîst li herêma Tebqa ya li rojavayê Reqayê bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk anî.

Operasyon li nêzî gundê Cirniyê yê li Tebqayê pêk hat, tê de serçeteyê berê yê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hate girtin. Ew serçete demekê xwe veşartibû û dîsa di vê dawiyê de derket.

Di serdegirtina cihê serçete de, ew hate girtin. Ew serçete berê li dijî QSD’ê li gelek herêman şer kiribû, her wiha di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê de 2019’an erebe mayîn dikir û li eniyên şer li dijî hêzên me diteqand.

Di operasyonê de, belge û alavên teknîkî bi serçete re bûn hatin desteserkirin.

-Yekîniyên taybet ên hêzên me bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 25’ê Hezîranê li nêzî bajarokê Besîre yê rojhilatê Dêrazorê, operasyonek pêk anîn.

Di encama operasyonê de serçeteyekî rêxistina DAIŞ’ê yê herêmî ku çeteyên şaneyan bi taybet ên xwekuj vediguhest û çek û alav dide wan da ku li herêmên gundewarê Hesekê û Dêrazorê, herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonan pêk bînin, hate girtin.

Yekîneyên me bi ser mala serçete ya li gundê Daman ê li nêzî Besîre de girt û ew girtin. Dema mal kontrol kirin depoyeke çek û teqemeniyan hate dîtin û hemû qilêş, cercûr û cilên leşkerî hatin desteserkirin.

-Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 26’ê Hezîranê yekîneyên taybet ên hêzên me operasyoneke ewlehiyê pêk anî û serçeteyekî DAIŞ’ê yê herêmî girt.

Operasyon li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê pêk hat û di encamê de serçeteyê bombe û motersiklêtên bombebarankirî dibir Hesekê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha çete vediguhestin, malbatên serçeteyên biyanî ji Kampa Holê direvandin û beriya niha emîrê rêxistina terorîst bû û sivîl qetil dikirin, hate girtin.

Piştî girtin ser mala wî, çek û alavên teknîkî, leşkerî û belge hatin desteserkirin.

Operasyon bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat da ku desteka xwe ji QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Têkoşîna Li Dijî Terorê (YAT) bike û rê li pêşiya kiryarên şaneyên DAIŞ’ê bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran li ser zindîkirina rêxistina DAIŞ’ê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, civata navneteweyî û bi taybet hêzên di aloziya Sûriyeyê de aktîf in, di serî de DYA’yê Rûsya hişyar kiriye. Hêzên me teqez kir ku ger dagirker êrişî herêmên me bike, ew ê bandorê li operasyonên wan ên li dijî rêxistina terorîst bike.

-Her wiha 26’ê Hezîranê yekîneyên taybet ên hêzên me QSD’ê bi piştgiriya hêzên bejahî û hawayî yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê girt.

Şaneya hate şopandin û agahiyên li ser wê hatine komkirin, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê aktîf bû û li herêma "Cerzî" bû û sivîl tev li rêxistina DAIŞ’ê dikir, her wiha fidye li hin sivîlan ferz dikir û gef li rûspiyên eşîran û xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xweser de dixwarin. Di heman demê de motorsiklêtên bombebarankirî ji şaneyên rêxistina terorîst re vediguhestin û rê ji wan re hêsan dikir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev bigerin.

Hêzên me girt ser deverên hatibûn destnîşankirin û di encamê de 3 serçete û endamên şaneyê girtin, çek û belgeyên bi wan re desteser kirin.

-29’ê Hezîranê jî YAT’ê li dijî şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a li gundewarê Dêrazorê operasyonek pêk anî, şane dorpêç kir û ji wan re got xwe radest bikin, lê gule li şervanên me reşandin û şer derket, di encamê de du serçeteyên şaneya terorîst hatin kuştin.

Li gorî daneyên yekîneyên me yên têkildarî şaneya terorîst kom kirine, wan xwe amade dikirin ku kiryarên terorîstane pêk bînin û êrişî Hesekê û gundewarên wê bikin.

Hêzên me bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin."