QSD: Di 24 saetan de bi kêmanî 27 çete hatin kuştin

QSD’ê encama çalakiyên şervanên di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya 24 saetên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku bi kêmanî 27 çete hatine kuştin, wesayîtek bi tîpa BMP, tankek û wesayîteke leşkerî hatiye rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dîsa çalakiyên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa de eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku di van êrîş û çalakiyan de jî 14 hevrêyên wan şehîd û 13 jî birîndar bûne.

QSD’ê ev agahî da:

“TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete êrîşên xwe yên bi çekên giran û êrîşên hewayî li ser gundewarên Til Temir domandin. Artêşa dagirker gundên Menacîr, Ehras û Erîşa bi balafirên bê mirov bi dehan caran kirin hedef, her wiha bi çekên giran êrîş bir ser van herêman. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi awayeke tund bersiva êrîşan dan û li gundên Ehras û Menacîr komên çete kirin hedef. Di encam de herî kêm 12 çete hatin kuştin.

EBÛ RASEN

Hêzên me weke bersiva êrîşên artêşa dagirker li ser gundên Xeşîm Zirgan, Ing el-Hewa û Til el-Hemîd komên çete kirin hedef û lê dan. Di encama bersiva şervanan de herî kêm 9 çete hatin kuştin. Dîsa li vê herêmê tankek hate rûxandin û wesayîtek bi tîpa BMP hate derbkirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker bi obus û tankan li gundên Genterî û Şêrdiradê topbaran kir. Hêzên me bersiva van êrîşan dan. Komên çete piştî nîvro êrîş birin ser herêma el-Nasiriyê û li wir di navbera hêzên me û komên çete de pêvçûnên giran qewimîn. Di encama van şeran de 6 çete hatin kuştin.

Di şerê roja 28’emîn de herî kêm 27 çete hatin kuştin, BMP, tankek û wesayîteke leşkerî hatin rûxandin.

14 hevalên me di vê berxwedanê şehîd ketin û 13 hevalên me brîndar bûn."