QSD: 9 çeteyên êrîşkar hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
QSD'ê ragihand ku li gundên Minbic û Dêr Hafirê di bersiva hêzên wan de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
QSD'ê ragihand ku li gundên Minbic û Dêr Hafirê di bersiva hêzên wan de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser bîlançoya êrişên çeteyên dewleta Tirk ên 23'ê Çileyê û bersiva şervanên wan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şervanên me di çarçoveya bersivdayînê de, duh çalakî li dar xistin. Çalakî li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin. Di encama çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.
Hêzên me li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî çalakî li dijî kombûn û erebeyên çeteyan li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.
Ev çalakî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin lidarxistin."