QSD: 8 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 24 baregeh hatin rûxandin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di Pêngava Bagera Cizîrê de 8 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatine kuştin û 24 baregeh hatine rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser bîlançoya 24 saetên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI ENIYÊN BAXOZ Û HECÎNÊ ÇI QEWIMÎN?

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Eniya El-Baxoz: Şervanên me ber bi nuqte û baregehên terorîstan ve bi pêş de çûn. Şer çend saetan dewam kir. Gelek terorîst ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û birîndarkirin. Gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Her wiha terorîstan bi topên hewanê ji dûr ve êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Ti zerar negihişt şervanên me.

Topbaranê heta danê êvarê dewam kir. Çeteyên rêxistina terorîst hewl da ji paş de êrîşî şervanên me bikin lê hewldanên wan ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin.

Li eniya El-Baxozê car caran şerê demkî rû didin. Her wiha heta van kêliyan topbaran dewam dike.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek derb li cih û baregehên terorîstan xistin. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin. Lê hejmara wan nehate diyarkirin û gelek zirar gihîşt terorîstan.

Her wiha tîmên taybet ên girêdayî me yên rakirina mayinan gelek mayinên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin û hinek ji wan jî teqandin.

Eniya Hecînê: Di navbera şervanên me û çeteyên rêxistina terorîst de şer derket. Terorîstan hemû cûreyên çekan bi kar anîn. Şervanên me jî bi pêş ve çûn. Piştî ku şervanan gelek mayînên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin bê bandor kirin, gelek baregehên çeteyan rûxandin. Gelek çek û cebilxane, di nav de kembereke teqemeniyan ketin destê şervanan. Her wiha balafirên şer ên koalîsyonê êrîşî baregehên terorîstan kirin.

Li wê eniyê jî şerê demkî diqewime û heta van kêliyan didome."

8 TERORÎST HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya şerê 24 saetên dawî wiha ye:

- 8 terorîst hatin kuştin, 24 baregehên terorîstan hatin rûxandin, 3 topavêj hatin teqandin, 3 rêyên leşkerî ku çeteyan bi kar dianîn, hatin qutkirin. Dozerek û erebeyek hatin teqandin.

- 18 topavêj, erebeyeke bombebarkirî, kembereke teqemeniyan ketin destê şervanan û gelek mayin hatin bêbandorkirin.

- Balafirên Koalîsyona Navdewletî 35 caran li terorîstan dan."