QSD: 47 terorîst hatin kuştin, 300 sivîl jî hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 47 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin, 300 welatiyên sivîl jî hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. Di daxuyaniya nivîskî hate dayîn de, hate ragihandin ku 47 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin, 37 baregeh jî hatine rûxandin û 300 welatiyên sivîl hatine rizgarkirin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

"Hêzên me êrîşên berfireh birin ser bargeh û nuqteyên terorîstan, di encamê de şerê dijwar rû dan. Şer bi saetan dewam kir, hejmarek terorîst hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî deverên asê û xetên terorîstan kirin hedef, gelek bargehên wan hatin rûxandin. Şrvanên me bi pêş ve biçin û nuqeteyên nû ava bikin.

Tîmên endizyariya rakirina mayînan ên hêzên me dest bi paqijkirina herêmê ji mayînên terorîstan kirin.

Di heman demê de hêzên me 300 sivîl ku DAÎŞ wan wekî mertalên zindî bi kar danîn rizgarkirin, birin cihên bi ewle û alîkarên tenduristiyê bi wan re hatin kirin.

BÎLANÇO

Hejmara kuştiyên terorîstan: 47

Hejmara derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 26

Windahiyên terorîstan: 37 bargeh, du wesayîtên bombebarkirî û xendekek hatin rûxandin, 6 rê ku terorîstan bi kar danîn hatin qutkirinr, 3 deverên topên hawnê û 3 kargehên wesayîtên bombebarkirî hatin hatin rûxandin."