QSD: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de dronek, wesayîteke leşkerî û doşkayek hatiye rûxandin, 3 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Roja 5’ê Adarê li herêma Eyn Îsa droneke çeteyên dagirker ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

Roja 7’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê xwest êrîş bibin ser gundên derdora rêka M4 a navdewletî. Di encama bersivdayîna hêzên me de şer qewimî. Di encama şer de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin rûxandin. Di vê şerî de şervanekî me şehîd ket û şervanekî me jî birîndar bû.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li herêmên Til Temir û Eyn Îsa fealiyetên keşf û bombebaranê bê navber berdewam dikin.”