QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di bersiva hêzên wan a li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 29 çete hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn.
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di bersiva hêzên wan a li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 29 çete hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî Ya şer û berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de li derdora Bendava Tişrînê êrişên dijwar da destpêkirin. Di heman demê de balafirên bê mirov ên bi çek bi kar dianî. Êriş heya saetên êvarî dewam kir. Çeteyan jî bi panzêran ji du aliyan êrişî girê gundê Xirbe Zemala kirin. Şervanên me bi xurtî bersiva êrişan dan û şer derket. Bi qasî hat tesbîtkirin di şer de 8 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bû. Yekîneyên Şehîd Harûn jî du erebeyên çeteyan bi temamî rûxandin. Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li nuqteyeke hêzên me xist, lê tu zerar çênebûn.
Çeteyan bi hejarmeke mezin li aliyên çep û rastê yên Girê Syriaetl êriş kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû ma û şerekî giran rû da ku heya saetên derengiya şevê dewam kir. Di encamê de 21 çete hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn.
Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundewarê Bendava Tişrînê li 25 hedefên çeteyan xistin. Di encamê de, 3 tank, 2 erebeyên doçka li ser û 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin. Her wiha li 4 kombûn û nuqteyên çeteyan hatin xistin û depoyeke çekan a çeteyan hat teqandin.
Çeteyan li eniya Dêr Hafirê bi hawnan êriş kirin û bi doçkayê nuqteyên hêzên me kirin hedef, lê tu zerar bi hêzên me nebû. Yekîneyên Şehîd Harûn bi 2 çalakiyan 2 erebeyên çeteyan kirin hedef û erebe bi temamî rûxandin.
Di berxwedana duh de 29 çete hatin kuştin, 15 çete birîndar bûn, 3 tank, 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin, 4 kombûnên çeteyan hatin hedefkirin, depoyeke çekan hat teqandin, her wiha 2 jê doçka li ser, bi giştî 4 erebe hatin teqandin."